Yek ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî destnîşan kir, polîtîkaya ku AKP dimeşîne wê AKP’ê bi xwe biqedîne.
Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî, êrîşên AKP’ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd, nirxand.
Goyî destnîşan kir, ku AKP bi van polîtîkayên xwe dawî li xwe tîne û got, “Sîstema ku Erdogan li Tirkiyê ava kiriye, sîstemeke faşîst e. Sîstemeke ji zîhniyeta tekparêz, bi ti awayî nikare bidome. Dema ku mirov li polîtîkayên Erdogan dinerin, ev yek bi zelalî tê dîtin. Ne tenê Kurd, gelek mûxalîfên li Tirkiyeyê jî li dijî vê rewşê ne. Erdogan bi zîhniyeta xwe ya tekparêz re rewşa xwe ya qels radixe pêş çavan. Erdogan dixwaze li her derê serdest be. Lê ev yek demeke dirêj bi vî awayî nameşe. Em bi dawiya hemû rejîmên dîkta dizanin.”
Hêza me ya
bersivdayînê heye
Goyî bal kişand ser êrîşên AKP’ê yên sala 2017’an li dijî gerîla dike û diyar kir, AKP’ê hemû hêz û teknîka xwe bi kar anî, lê tevî vê jî encamek negirt. Goyî anî ziman, bi taybetî polîtîkayên AKP’ê yên li herêma Botanê têk çûne:
Goyî wiha dewam kir: “AKP êrîşî qadên gerîla dike. Bi taybetî êrîşeke mezin li Botanê dike. Li gorî AKP’ê, bi tinekirina gerîla li Botanê re wê temamiya gerîla biqede. Divê zanibin ku Botan ti carî nakeve. Li ser sînor bi çêkirina qereqolan û rêyên ewlekariyê dixwazin li hin cihan serdest bin. Çima Botan? Ji ber ku Botan ji destpêkê ve bûye navenda şer. Nepêkan e ku Erdogan karibe vê navendê têk bibe.
Gerîla bi girekî ya jî nuqteyê ve girêdayî nîne. Dema ku diçin ser girekî, mîna ku encameke gelekî mezin bi dest xistine nîşan didin. Gerîla li her derê ye. Ne tenê li çiyê. Her tişt bi rengekî zelal li pêş çavan e. Ewqasî rê li ser giran çêkirin. Lê belê gerîla xwedî wê hêzê ye ku li ku bixwaze dikare lê bide. Ev çare nîne; çareya bi tenê qebûlkirina vîna gelê Kurd e.
Sîstema Erdogan wê Tirkiyê biqedîne
Di demên dawî de, derewên mîna ‘Me gerîla qedand, tevlîbûn kêm bû’ encamekê bi dest naxin. Êdî kes ji van derewan bawer nake. Berê digotin, ‘çend heb li çiyê man e, ew ê wan jî biqedînin’. Halbûkî gerîla roj bi roj mezin bû. Dema ku girekî kontrol dikin, ji wan heye ku gerîla qedandine. Van derewan hem li xwe dikin hem jî li gel dikin. Sîstema Erdogan Tirkiyê diqedîne. Ji ber ku rejîma şexsekî ye.”
Bi yekîtiyê bersiv dikare bê dayîn
Goyî da xuyakirin, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel bûye hêviyek û destnîşan kir, yekane rêya pêşîgirtina li polîtîkayên faşîst ên Erdogan, pêkanîna yekîtiya Kurdan e. Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Şerîf Goyî bi berdewamî got, “Kurd di roja îro de bê çare nîne. Çareya xwe felsefeya Rêbertî ye. Felsefeya Rêbertî ji bo her kesî rê û hêvî ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Goyî diyar kir, bi yekîtiya Kurdan pêşî li polîtîkayên Erdogan dikare were girtin û got, “Divê gelê me bi rola xwe ya welatparêziyê rabe. Rola xwe ya di şerê bajaran de bidomîne. Eger di bin sîwanekê de bibin yek û li dijî Erdogan şer bikin, wê hingî bersiva herî mezin were dayin. Em ê jî ti carî ji têkoşîna xwe venegerin.”..ANF

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*