Bi boneya salvgera 35’emîn ya berxwedana mezin ya 14’ê Tîrmehê Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku di damezrandina PKK’ê û berxwedana zîndanê de bandoreke mezin ya Kemal Pîr heye. Bayik got; “Îro xewn û xeyalên Kemal Pîr bi şoreşa me ya demokratîk ya li Kurdistanê ku buye çavkaniya şoreşa Rojhilatanavîn, pêk tên.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku di damezrandina PKK’ê û berxwedana zîndanê de bandoreke mezin ya Kemal Pîr heye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, bi wesîleya 35. salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kesayetiya Kemal Prî û berxwedana 14’ê Tîrhmehê nirxand.
Bayik destnîşan kir, ku kesayetiya Kemal Pîr bi nirxên çandî civakî yên ji nav hatiye û bi atmosfera têkoşînê ya Mahîran, Denîzan û Îbrahîman teşe girtiye û diyar kir, li dijî zilm, neheqî û bê wijdaniyê, xwedî karakterekî raperîner bû.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman, kêmasiya şoreşgeriya Kemal Pîr gelekî kêm e û got, “Ew şoreşgerekî xwedî taybetmendiyên cuda û ne ji rêzê ye. Ji xwe ya ku Kemal Pîr dike Kemal Pîr taybetmendiyên wî yên ne ji rêzê ye.”
EZ BI RÊYA WÎ
BÛM APOCÎ
Bayik diyar kir, Kemal Pîr şoreşgerek bû ku dixwest nirxên jê bawer dike yekser û di cih de pêk were û bi rê û rêbazên xwe re her kêlî di nava têkoşînê de bû.
Di dewama axaftina xwe de Bayik got, “Kemal Pîr çavkaniyeke şoreşê ye. Ji bo bibim şoreşger, bibim Apoyî, ji bo bibim PKK’yî ked û xizmeteke mezin a Kemal Pîr heye. Ji ber wî ez bi serok Apo da naskirin û bi koma Apocî da naskirin.”
YEK JI HÎMÊN BINGEHÎN ÊN APOCÎ
Bayik işaret bi taybetmendî û hêza pratîkê ya Kemal Pîr kir û got, “Eger kadroyekî pêşeng ê mîna Kemal Pîr nebûya, tevgera Apoyî ewqasî zû bi lez û bez bi pêş nediket. Tevlîbûna ciwanan wê zêde nebûya. Xeta çalakiyê jî wê ewqasî bi bandor nebûya. Ji ber vê yekê kesayetiya Kemal Pîr kesayetiyeke girîng e. Yek ji hîmên bingehîn e ku Apoyî kir Apoyî, PKK kir PKK. Hîmê bingehîn ê Apoyî ye.”
RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ
Di dewama axaftina xwe de Bayik ev nirxandin kir. “Kemal Pîr di dema rojiya mirinê de got ‘Ez ji jiyanê hez dikim ku dikarim di oxira wê de bimirim’. Got, ‘Me bi 6 kesan dest pê kir, em bûn 16 kes, sibe em ê bibin bi mîlyonan mirov’. Berî û piştî rojiya mirinê ya 1982’an gelekî ji Rêber Apo bawer dikir ku wê têkoşînê teqez bi pêş ve bibe û serketinên mezin bi dest bixe. Heta nefesa xwe ya dawî bi coş û kelecana şoreşê jiya, her tim bi Rêber Apo û PKK’ê re dilsoz ma û bawer kir ku Rêber Apo wê şehadeta wî bike wesîle ji têkoşîn û serketinên mezin re. Rêber Apo dibêje ‘Kemal Pîr ruhê min ê veşartî ye’. Kemal Pîr jî ruh û karakterê Rêber Apo kir parçeyek ji kesayetiya xwe.”
XEWN Û XEYALÊN KEMAL PÎR PÊK TÊN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn, ku eger wê şoreşa Kurdistanê bê biserxistin, gelê Kurd bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad, li ser bingeha şoreşa Kurdistanê eger wê Tirkiye demokratîk bibe, li ser bingeha şoreşa Kurdistanê eger wê şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn pêk were, ev yek ancax bi milîtaniya Kemal Pîr dibe, bi ruhê Kemal Pîr dibe, bi karaktera berxwedêrî ya Kemal Pîr dibe.”
Di dawiyê de Bayik got, “Eger bi wesîleya 14’ê Tîrmehê em şoreşgeriya Kemal Pîr baş fêhm bikin, û di kesayetiya xwe de şênber bikin, serketin wê ya gelê Kurdistanê, gelên Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn be.”..Yeni Ozgur Politika

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*