Nûnerên 30 welatên endamên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike, di civîna koalîsyonê ya heftane de hatin cem hev. Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê Amerîkayê Brett McGurk operasyonên li dijî DAIŞê yên li Iraqê û Sûriyê nirxand û di derbarê şerê li Mûsilê de got: “Cîhan bi salane şerekî wiha nedîtiye.”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk di civînê de axivî û got: “Cîhan bi salane şerekî wiha nedîtiye (Şerê Mûsilê). Li her derê Mûsila kevn terorîst hebûn, li her dere nîşangirê wan hebûn. Nexweşxaneyan, cihên jiyana wêran kirin. Ji ber ku hikûmetekî ku giştiyê welêt birêve nabe, dê civaka navneteweyî bo avakirina Sûriyê piştigirî nede.”
McGurk destnîşan kir ku ji bilî bi dawîkirina şerê li Sûriyê bo pirsgirekên navxweyî jî têdikoşin, herwiha welatên Çad, Nîjer û Cîbûtî jî beşdarî hêzên koalisyona navdewletî bûn.

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*