Di Şoreşa Rojava de jin bû serkêşa şoreşê û rola xwe di hemû saziyan de girt û amadekariyên xwe ji her tiştî re kir. Jinên êzdî jî piştî êrîşa Şengalê û bazara ku li ser wan hate kirin, encam girtin ku bê perwerde û parastin nabe. Di vê derbarê de Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî li Kantona Efrînê Fatme Cinêd helwest û bertekên xwe anî ziman û got: “Gelê Kurd êdî ji vê pirtir nayê xapandin. Jinên êzîdî jî serî ji ti kesî re natewînin. Gelê Kurd ne weke berê ye. Bi ked û berxwedaniya jinê îro li Kurdistanê şoreş li dar e. Jinên Êzîdî bi êrîşa bi ser Şengalê ve ders girtin. Êdî parastin û rêxistin pêdiviyek ji nan û avê girîngtir bûye. Ji bona vê jî ez bang li jinên êzdî û tevahî jinên kurdistanê dikim ku xwe biparêzin û tevlî perwerdeyên leşkerî yên xweparastinê bibin.”
JIN JI BO PARASTINÊ
AMADE YE
Endama Komeleya Êzîdiyan Mediya Çawîş got: “Ev bû şeş salin Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşan de ye û bedelên giran dide. Ji bo parastinê jinên êzîdî amede ne. Şêniyên Efrînê jî siyaset û êrşên qirêj ku zirarê didin herêmên Kurdan qebûl nakin. Mînaka wê jî ew meşa mezin a Efrînê bû. Meşa Efrîniyan li cîhanê deng veda û ji çar parçeyên Kurdistanê re bû cihê moral û hêzê. Ez bang li jinên Kurdistanê dikim ku bi rêxistinbûyîna xwe axa xwe biparêzin û yekîtiya xwe ava bikin.”
MEŞA LI EFRÎNÊ MÎNA TOFANEKÎ HERIKÎ
Endama Komeleya Êzîdiyan Necah Silêman mîna hemû jinên êzîdî bi tundî li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar kir û got: “Ne ku ez bi temen mezin bim, ez nikarim çekê rakim, ez ê li hember êrîşên bi ser Efrînê ve werin tevî zarokên xwe di çeperên parastinê de şer bikim. Meşa ku li Efrînê mîna tofanekî herikiye jêdera hêzê û vîna me ya berxwedanê ye. Bi jinan tenê mabe em nahêlin kesek sînorên Efrînê derbas bike.”

Avşîn ÎBRAHÎM

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*