Komîna Sînemeya Ciwanên Kurdistanê ya Desteya Çand û Hunerê kurte filmê bi navê Kêliyek ji Nûvejîn û belgefilmek pêşkêş kirin.
Ciwanên bajarê Qamişlo, şervanên YPJ/YPG`ê û endamên YCR`ê kurte filmê Kêliyek jinûve jînê û belgefilmê Çirûska Şoreşê li navenda Mihmed Şêxo a Çand û Hunerê temaşe kirin.
Komîna Sînemeya Ciwanên Kurdistanê ya Desteya Çand û Huner di destpêke de kurte filmê Kêliyek jinûvejînê pêşkêş kirin.
Kurte film li ser jiyana tabûra Şehîd Keder a YPG`ê hatibû amadekirin. Tabûra Şehîd Keder a herêma Qamişlo li bajarê Serekaniyê li hemberî çeteyên Cebhet El-Nusra û li herêma Çilaxa li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi lehengî şer dikin. Di kurte filmê de şehîd Xebat, şehîd Dilo, şehîd Andok, şehîd Zana û şehîd Qehreman ên ku endamên tabûra Şehîd Kedar bûn û bi lehengî li hemberî çetayan şer kirin, hatin bibîranîn.
Kurte filmê ku ji aliyê Komîna Sînemeyê hatibû amade kirin 15 deqeyan berdewam kir. Piştî wê belgefilmê Çirûskên Rojava hat pêşkêş kirin.
Di belgefilmê de rola ciwanan di şoreşa Rojava de, serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê 2004`an û avakirina YPG`ê hate ziman..ANHA

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*