Meclîsa Jinan a bajarê Minbicê yekem Akademiya jinan bi navê ʺŞehîd Sara Selman (Zîlan Heleb) vekir. Di akademiyê de dê jin li ser mijarên cihêreng werin perwedekirin.
Bi vekirina Akademiyê re yekem dewreya perwedeyê bi navê Şehîd Buşra Xelîfe (Amara Cerablus) bi beşdarbûna 25 endamên saziyên bajar hate destpêkirin.
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfe Xelo, Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeyneb Qenber, Endamên Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Ezab El-Ebûd û Emel Bozkîc, endamên Mala Jinan û Desteya Jinan a Minbicê û gundên wê jî di nav de bi dehan jin beşdarî merasîma vekirina akademiyê bûn.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Hevseroka Meclîsa Rêveber Zeynep Qember, Endama Rêveber a Meclîsa Jinan a Minbicê, Seroka Komîteya Jinan Henan Mihemed, Endama Xeta Rojava Reşîda El-Beşîr axaftin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ser pêşxistina jinan di hemû aliyan de û hate gotin ku dê Akademî roleke baş a pêşxistina jinan pêk bîne û dê di pêşxistina jinên Minbicê de roleke baş bilîze.
Di akademiyê de her wiha bal hate kişandin ser xetên şikandina benda tirsê û xalên lewaz hatin nirxandin û hate gotin ku jinên herêmê hemû bendên tirsê şikandine û li ser felsefeya Netewe Demorkatîk xwe birêxistin kiriye û perwede ji bo mayîndekirina serketinan girînge…ANHA

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*