Endamên Tevgera Çand û Huner a navçeya Cindirêsê li ser hemleya “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” awaz derxistin û şano amade kirin.
Ji bo destekdayîn û xurtkirina hemleya YCR`ê “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”endamên Tevgera Çand û Huner a navçeya Cindirêsê awazek bi navê “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”derxistin û şano jî li ser tevlîbûna ciwanan a hemleyê, amade kirin.
Helbestvan û nivîskar Wehîd Ibrahîm gotinên şano û awazê amade kirine.
6 endamên Çand û Huner hem şano amade kirine hem awaz derxistine. Li gorî agahiyên çand û huner dayî wê şano û awaz jî di demeke kurt de destpêke li navçeya Cindirêsê were pêşkêş kirin, piştre li hemû navçe û navenda kantona Efrînê were pêşkêş kirin..ANHA

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*