Her ked û enerjiya ku bi bîrdoziyekê neyê birêvebirin dê ji biyaniyan re bi hêsanî bibe mal. Anog karê ku bê kirin jî di asta şibandin û teqlîda sîstemên dembihurî de sînordar dimîne. Niha ger em bêjin sazî yan jî dezgehek karê xwe bi rê ve dibe, tekez ji bona wê yekê pêwîste pişta xwe dabe xebateke fikrî. Ger ne wisa be, ew sazî û dezgeh ancax bi rêbazên herifandî yên sîstemên ku têne rûxandin xwe bi rê ve dibe. Ev jî tê wateya ku di aliyê zihnî de ti guherîn çênebûye. Ango di pêvajoya şoreşên gelan de ger şoreşeke zihnî parelelî ya leşkerî tune be, dê hemû sazî û dezgehên bi saya şoreşê hatine avakirin ji zihniyeta dewletê re vekirî bin an jî wê bibin dewletok. Ji bo derbaskirina rewşeke wisa jî pêwîstî bi perwerde û akademiyên civakî heye. Di nav van akademî û perwerdeyan de pêwîste perwerdekarên birêvebirina vê şoreşa zihnî derkevin ku bikaribin di aliyê zihnî de jî serketinan serguha û temam bikin. Yanê ger têkoşîna bîrdozî nebe, bi derdorê re xwe şibandin û teqlîdkirin e. ev jî me rûbirûyî rastiyek din dike, dema ku di aliyê bîrdozî de pêşketinek çênebe, ewqas kedên leşkerî û baxşaneyên hatine dayîn, vala vala diçin. Di aliyê din de fesadî û gendelî nola moriyan di bedena sazî û dezgehan de berbelav dibin û bi pifekê re jî dikare ji binî de bê rûxandin!
Her karê ku di heyameke wisa de pêk were dê tenê xizmetî çînekê bike. Derveyî berjewendiyên kes û koman xizmetî tiştekî din nake. Civak ji hev dikeve û hêza wê ya berxwedan û guherînê jî têk diçe. Ango civak ji xwe xerîbiya herî çors jiyan dike. Ev jî dibe sersebebê têkçûna gelan û nirxan. Hîca li vir kî xwediyê vê mafî ye ku şoreş û vîna gelan têk bibe? Tebî ti kes ji bilî kurtêlxwar û xwefiroşan xwe xwediyê vê mafî nabînin. Ew mîna elîta serdest û şivanên vî gelî li xwe dinhêrin. Civakê jî mîna pez û keriyekî ku pêwîste bê ajotin dibînin. Ev nerîn û têgeh di esas de girêdayî hişmendiya têkçûyî ye. Girêdayî kesên ku baweriya wan bi xwe tune ye. Girêdayî aliyê ku ne xwedî proje ne. Tenê di çarçoveya koletiya ji dagirkeran re azadiyê pênase dikin. Ev têgîn jî vê dawiyê li beramberî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şehba û Efrînê ve pir bi zelalî ji hin aliyên ku xwe wesiyên çarenûsa vî gelî dibînin derket. Ji bo ku rê li pêşiya van mudexeleyên dewletokî û hişmediya ku koletiyê rewa dike re bê girtin, her wiha gendelî û fesadiyên heyî bi dawî bibin, pêwîstiya me ya lezgîn bi tevlîbûna nava refên akademiyên perwerdeyên civakî heye. Ancax bi wê yekê şoreşa zihnî ku pala xwe dide felsefe û paradîgmaya Rêber APO were asta serketineke misoger.

Idrîs HENAN

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*