Di nivîsa xwe ya borî de me qala hevsengiyên di nava Şerê Cîhanê yê Seyemîn ku li Rojhilata Navîn pêk tê kiribû. Li ser wê bingehê em di vê nivîsa xwe de jî dixwazin li ser hin dibêtiyan bisekinin. Geşedanên rojane dibe ku çawa bin, kîjan dibêtî dibe ku çawa pêk bên? Di vê mijarê de rewşa herî nû aloziya di navbera Dewletên Yêkîtiya Emerîka (DYE) û Îranê de ye. Bikaranîna çekên kîmyevî ya li Sûrî ev alozî gihande asta çek bikaranînê jî. Şerê di navbera van herdu hêzan de vê gavê tenê li Sûrî û Îraqê tê jiyîn. Ev wê kengî û çawa li Îranê reng vede? Hê jî zelal nayê dîtin. Lê di demên dawî de di Rojhilatê Sûrî de, li ser xeta Reqa û Dêrezor lihevrakêşandinek heye. Îran bi Heşdî Şabî di ser Mûsûlê de hewil dide mudaxeleyî vê qadê bike.
Dîsa bi hêzên rejîmê ve jî hewldanên wê yê mudaxeleyê hene. Tê gotin ku DYE di ser Urdunê de hêza xwe amade dike û dixwaze mudaxele bike. Piştî van geşedanan qeyrana Qatarê derket holê û li Tehranê êrîş li ser gora Hûmeynî û meclîsê çêbûn. Çiqasî girêdana van bi hev re heye? Têkîliyeke wê ya çawa bi gengêşiya di navbera DYE û îranê re heye? Ev mijarên nîqaşê ne. Lê ger ku bal bê kişandin ne tiştên zêde jev qût in jî. Wekî ku li hemberî êrîşên Heşdî Şabî ew êrîşên Tehranê pêk hatin. Ji Îranê re ev gotin; “ger ku hûn zêde zorê pêş bixin, hûn ê li navendê zerarê bibînin.” Ev demeke dihate gotin ku DYE di ser Siûdî de hewil dide mudaxeleyî Îranê bike.
Derket holê ku mudaxeleya li Qatarê di heman demê de tê wateya mudaxeleya Îran û Tirkiyê jî. Hin derdoran digot, dibe ku Tirkiye ji vê qeyranê sûd werbigre û êrîşên xwe yên faşîzan li ser gelên herêmê zêde bike. Lê qeyrana Qatarê nîşan da ku tiştekî wisa zêde ne gengaz e. Yanî li gel ku Erdogan ew qasî bergerî dike û dixwaze xwe bixe bazarê jî, ji hêla mutefîkên xwe yên Ewrûpa û DYE ve piştgiriyê wê negire. Ev hêz di helwesta xwe ya li hemberî rêveberiya Tayyîp Erdogan de bi israr û bi bîryar in. Gengeşiya bi Îranê re jî vê asteng nake, berovajî vê tê wateya mudaxeleya her duyan jî. Herhal rêveberiya DYE dît ku mudaxeleya herêmê ku bi Siûdiyan sînor bigire wê encam negire. Wan fêm kir ku yên pêşengiya vî karî dikin Tirkiye û Îran in. Ger ku li herêmê wê guhertinek çêbibe encaq dê di ser Tirkî û Îranê de bikaribin pêk bînin û veguhere pergaleke rûniştî. Di vê wateyê de jî gengeşî û aloziyên DYE bi Tirkî û Îranê re dijî wê di pêvajoya pêşiya me de jî berdewam bike.
Di vê wateyê de mirov dikare bêje ku çareseriyek zû bi zû pêk nayê, qedandina şer tine, berbelavbûn û kûrbûna wê zêdetir e. Hêzên kurewî di halê heyî de wê mudaxeleyên xwe berdewam bikin. Li gel hemû hevnegirtina helwestên DYE û Yekîtiya Ewrûpa (YE) jî ketina nav gengeşî û pevçûneke bi Îran û Tirkiye re, israra wan ya di guhertinê de nîşan dide. Rûsya jî li gel ku hewil dide taktîkên rojane bimeşîne jî xwe ji wan qût nake. Di rewşeke wisa de rêveberiyên Îran û Tirkiyê, him li hemberî van zextan û him jî li ser esasê dijminatiya Kurdan ketine nava piştgiriyekî. Dem dem dikevin nava tifaqan, bi taybet jî li hemberî azadiya Kurdan dixwazin vê bikar bînin. PDK’ê xwe kire dûvikê vê polîtîkaya Komara Tirk. Wisa hêvî kir: “li Rojava pêşketin çênabe, li Bakur jî Tevgera Azadiyê nikare li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê ber xwe bide, loma jî ez ê bi AKP’ê re her cura hevkartî bikim û bibim hakîmê tevayê Kurdistanê.”
Lê em niha dibînin ku ev hêviyên wê vale derketin. Plan û hêviyên wan yê Rojava û Bakur bi temamî xilas bûne. Derket holê ku di her du qadan de jî dûvikê hêzên faşîst û qirker e. Xwe dispêre hin rêxistinên Başur, di qadên navnetewî de jî bi derew û agahiyên şaş hewil dide wan li hemberî Tevgera Azadiyê sor bike, dixwaze gelê Başur jî him bi zorê û him jî bi rêbazên netewperest yên teng di bin kontrolê de bigire û desthilatdariya xwe berdewam bike. Rewşa Şengalê ji bo nêzîkatiyên xwe yên teng û netewperest bikarbîne. Girêdana Şengalê ya bi Başûr ve dide nîqaş kirin. Dixwaze bi derewan civakê bixapîne û li ser piyan bimîne. Di esas de ji gelek aliyan ve polîtîkayên wan vale derketin. Divê em van rastiyan baş bibînin.
Di nivîsên xwe yên berê de jî bi qesta Rojava me gotibû, “ji bo hemû perçeyan tehdîta mezin faşîzma AKP-MHP’ê ye. Loma jî li hemû perçeyan li hemberî êrîşên vê faşîzmê divê tedbîr, helwest û têkoşîn hebe.” Di dema bûrî de me dît ku li gel ku ev tesbît û nirxandin piştrast jî bûn, hêzên şoreşger yên Rojava têra xwe îqna nebûne. Li Şengalê êrîş çêbû, ev êrîş vala hatin derxistin. Lê Rojava pir îhtîmal neda êrîşan û derb xwar. Wê demê di polîtîkayê de teng nêzbûn û li gorî perçeyan tevgerîn heye. An jî ketina bin bandora siyasetên cuda zêde ye. Em careke din binê vê rastiyê xêz bikin; ji bo hemû perçeyan dijminê yekemîn yê gelê Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurdîstanê faşîzma AKP-MHP’ê ye. Êrîşên li ser Efrînê tên meşandin jî, vê yekê îspat dikin. Lewma divê hemû gelê me li gorî vê tevdîrên xwe bigre.
Ji aliyê din ve jî ji bo rewşa Rojava û Sûrî jî avakirina Neteweya Demokratîk peywireke girîng e. Yanî di aliyê leşkerî de meşandin û serkeftina operasyona Reqa girîng e. Bandora wê bi Rojava û Sûrî re sînordar namîne, hemû Kurdistan û herêmê digire nava xwe. Heta divê operasyon bi Reqa sînor nemîne, li Rojhilatê Sûrî tevî belav bibe, di vê mijarê de teredut û nêzîkatiyên teng divê nebin. Gelek hêz li wê qadê têkoşînê dimeşînin, lê hêzên herî bi awantaj Hêzên Sûriya Demokratîk in. Wekî ku Reqa girtin dikarin hemû xeta Dêrazorê jî bigirin. Helwesta rastirîn û şoreşgerî teqez ev e. Belê têkoşîna li hemberî hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê, hebûna wan ji holê rakirin, xeta yekirina Kantonên Efrîn û Kobanê, pêkanîna Federasyoneke Bakurê Sûriya Demokratîk ku navenda wê Heleb be, pêşxistina Federasyona Sûriya Demokratîk; ev hemû ji bo hebûn û yekîtiya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê pir girîng in. Dîsa bi civaka Ereb re jî têkîliyên baş danîn û rêxistinbûna wan pêşxistin, bi hemû gelên Sûrî re têkilî û tifaq avakirin, bi hemû gelên Sûrî re pêşxistina Federasyona Sûriya Demokratîk esas e.

Diyar HEBÛN

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*