Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij a vexwarinê tuneye û 4 milyar însan jî ji xizmetên paqijiya tendurust dûr in.
Rapora Neteweyên Yekbûyî derxist holê ku li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij tuneye û 4,5 milyar însan jî nikarin xwe bigihînin xizmetên paqijiya tendurust.
Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û UNICEF’ê raporek bi navê “Ava vexwarinê, sanîtasyon û pêşdeçûnên di warê paqijiyê de 2017” ku bi hev re amade kiribûn parve kirin. Li gorî raporê li seranserê cihanê di mala 2 milyar û 100 milyon însanî de ava paqij a vexwarinê tuneye. Yanî ji 100 kesî 30 kes bê av in.
Di berdewamiya raporê de tê gotin ku 4,5 milyar însan jî xizmetên paqijiyê û tendurustiyê bêpar in. Ev jî ji her 100 însanî 60 kes dike. Raporê bal kişand ser wê yekê ku li gelek mal, dibistan û saziyên tenduristiyê jî sabûna destşûştinê tuneye.

Tu şîrove nînin

bersivekê bihêle

*