Di encama topbaranê dewleta Tirk û çeteyên wî de 6 kes birîndar bûn

0
43

Di encama topbarana li ser navenda Kantona Efrînê de, 6 kes bi giranî birîndar bûn (3 kes ji malbatekê ne).

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê bi cih bûne, bi çekên giran navenda Kantona Efrînê topbaran kirin. Di encamê de 6 kes bi giranî birîndar bûn.

Birîndarên bi navên ″Kemal Elî (45), Mihemed Elî, Ferîde Tobal 32), Xelîl Mihemed (14), Mewlîde Ehmed Tobat (19) û Yasmîn Tobal″ ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Di ecnama topbaranê de gelek ziyan gihişt malên welatiyan..

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*