Emê tola Ebû Emced hilînin

0
44

Fermandarê Tabûra Şems EL-Şîmal a di bin banê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de Mihemed Ebû Adil diyar kir ku wê hêzên wan bajarê Reqayê rizgar bikin û wê tola Fermandar Ebû Emced, şehîd Feysel Ebû Leyla û hemû şehîdan hilînin.
HEVALÊN
ZAROKTIYÊ BÛN
Di navbera Ebû Adil û Ebû Emced de têkiliya hevalatiyê ji zarotî de destpê dike. Ev hevaltiya wan bi tekoşîna li dijî dagirkeran jî dewam kir.
Ebû Adil li ser têkiliya hevaltiya wî bi Ebû Emce de re got ku wan hemû demên xwe kêfxweşî û xemgînî bi hev re derbas kirin û heta ku Ebû Emced di 29`ê Tebaxê de şehîd bû.
Ebû Adil da zanîn ku şehîd Ebû Emced ji zarokatiyê de dema ku ew tengav dibû, ew nediterikand û ev tişt anî ziman: “Ebû Emced zilm qebûl nedikir, pir aciz dibû dema ku kes diket şaştiyan, di heman demê de gelekî hestyar bû dema ku hevalekî xwe wenda dikir û digriya.”
Piştî ku aloziya Sûriyê dest pê kir, Ebû Emced û Ebû Adil nedisekînin û bi hev re têkiliya kar pêk anîn, herdû bi hev re tevlî refên Tabûrên Şoreşgeran a girêdayî Artêşa Azad bûn.
Ebû Emced û Ebû Adil bi hev re tekoşîna xwe li hemberî zilma rêjîma Baas dest pêkirin û biryara ku bi hevre tekoşîna şoreşgerî destpê bikin, dan.
Herdû Fermandaran bi hev re li hemle û şerên cûda li herêmên Cewiyê li Helebê û Qisêr de man, herdû ji kesên ku şerê çeteyên DAIŞ`ê kirin.
Ebû Adil û Ebû Emced bi hêzeke mezin di şerê Kobanê û bajarên derdorê û heta Minbic û Reqa de amade bûn.
SOZA RAKIRINA TOLA EBÛ LEYLA DAN
Piştî şehadeta Fermandar Ebû Leyla ya di şerê rizgarkirina Bajarê Minbicê de, Ebû Emced û Ebû Adil soza tola Ebû leyla û rizgarkirina bajarê Minbicê dan, 75 rojan berxwe dan û bajarê Minbicê rizgarkirin.
EMÊ TOLA EBÛ
EMCED RAKIN
Ebû Adil got ku Ebû Emed têkiliyeke xurt bi welatiyên bajarê xwe Minbicê re hebû, her wiha şervanên wî ku her dem li ser rewşa wan dipirsî bi şahadeta wî bajarê Minbicê gelekî bandor bû.
Ebû Adil da zanîn ku çawa tola Fermandar Feysel Ebû Leyla rakirin û bajarê Minbicê rizgarkirin, ewê tola Fermandar Ebû Emced ji rakin û bajarê Reqayê bi temamî rizgar bikin û wiha dewam kir: “Hemû hevalên wî soza rizgarkirina bajarê Reqayê dane.ʺ
Ebû Adil di dawiya axeftina xwe de soz da hemû malbatên şehîdên li Minbicê ku dê hemû Sûriyê ji terorê rizgar bikin û wiha got: ʺEmê bibin mertal ji bo bajarê Minbicê û her herêmeke ku bi fikra demokratîk bawer bikin û bi xwîna şehîdan wê azadî û serkeftin pêk aniye. Emê serkeftinan mayînde bikin û tekşîna xwe heta dawiyê bidomînin.ʺ..Kamûran XOCE-Şîlan MIHEMED/Minbic

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*