Divê hemû jinên cîhanê li rêber Apo xwedî derkevin

0
89

Lehiya azadiyê ya ku ji Îmraliyê diherike em bi rastiya ruhê me daye naskirin. Bi me re hêviyeke mayînde ya azadî û ruhekî ku karibe çarenûsa xwe diyar bike, daye avakirin. Ji bo wê, êdî nabe ku em pala xwe bidin çarenûs û qedera reş a ku dagirkeran bi ser me de hilweşandin; li ser vî bingehî, divê em hemû zincîrên xweferzkirin û desthilatdariyê di vê oxirê de bişkînin û çarenûsa ku tê xwestin a jiyana birûmet ava bikin. Ji ber ku em xwedî Rêberekî efsanewî, Rêberekî ku bi fikir û ramanê xwe ev gerdûna ku bi hemû xweşikahî û rastiyên xwe ve hatî talankirin, bi hêviyên tije serkeftin ji nû ve dide avakirin û ji me re rêya rasteqîn a jiyana biwate vedike.
Erê, em jinên ku îro bi saya rêberê xwe me li tevahî dinyayê deng vedaye, divê em bibin yek xelek, xeleka azadiyê ya ku wê bendîxaneya Îmraliyê hilweşîne. Ne tenê jin, divê tevahî gelê kurd bibe yek û li rêberê xwe xwedî derkeve. Rêber Apo ku bi tecrîdeke dijwar re rû bi rû maye ti caran ji azadiya gelan û jiyana birûmet pê ve tiştek din nehizirî ye, tevî vê jî di wê hucreya ku kesek nikare tê de bijî, hişmendî û jiyaneke biwate ji tevahî cîhanê re afirandiye. Êdî dem hatiye ku em li hember wê hişmendiya şaş û riziyayî ya ku dibêje Kurd nikarin tiştekî bikin helwestekî giştgir û mezin pêşan bidin û bi vê helwest û biryardariya birûmet jî divê em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bidawî bikin.
Li aliyê din ew kesên ku weke utopya li hizrên Rêber Apo dinêrîn û li hember derdiketin, îro em dibînin ku di nava utopyayên xwe de fetisîn û tiştek bi dest nexistin. Şerê Sûriyê ku di encamê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û pir ji wan koçber û perîşan bûn, îro alternatîf û kilîta çareseriyê ya vê krîza li Sûriyê ji derveyî ramanên Rêber Apo tiştek din nexuyaye. Di vir de bi taybet em wekî jin deyndarên Rêber Apo ne, ji ber ku hişmendiya Rêber Apo li ser azadiya jinê hatiye avakirin û JINA AZAD JÎ WEKE CIVAKA AZAD pênase dike. Ger îro em weke jin li Rojava pêşengtiya qehremantiyê dikin û destkeftiyên mezin bidest dixin, divê dinya hemû zanibe ku eva hemû berhemên felsefeya Rêber Apo ne.
Di Rojavayê Kurdistanê de jî ev yek tê îspatkirin, rengê jinê ku mezin dibe, xwe li her derê pêçaye û xemleke xweşik daye rengîniya civakê, bêguman çavkaniya xwe ji ramanên Rêber Apo digire, têkoşîna azadiya jinê ya li Reqayê jî mînaka vê ya herî zindî ye. Li gorî vê divê em zanibin; paradîgmaya Rêber Apo ya ku ji bo hemû pirsgirêkên li herêmê bûye çavkaniya çareseriyê, di heman demê de ji bo pirsgirêka jinê jî bûye melhema li ser birîna, ne tenê ji bo jina kurd, ji bo tevahî jinan. Ji bo vê, divê ne tenê jinên kurd, divê jinên Rojhilata Navîn û heya bi tevahî jinên cîhanê vê paradîgmayê nas bikin û li Rêber Apo xwedî derkevin, ji ber ku yekane riya xilasiya wan a ji koletî û ji lîstikên xapînok ên zilamtiyê, paradîgmaya Rêber Apo ye.

Hêvî PENABER

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*