Cihên dîrokî yên Germiyanê li ber têk çûnê ne

0
53

Kurdistan bi cih û berhemên xwe yên dîrokî bi nav û deng e. Şopên hemû şaristaniyan li ser erdnîgariya Kurdistanê hene. Lê ev cih û warên dîrokî niha bi tunebûnêre rû bi rû mane. Hem dagirker cihên dîrokî yên li Kurdistanê wêran dikin û hem jî Kurd lê xwedî dernakevin. Cih û warên dîrokî yên herêma Germiyan a başûrê Kurdistanê jî bi heman rewşê rê rû bi rû ye.

Li Başûrê Kurdistanê gelek cih û warên dîrokî hene. Ancax ji ber hikûmet bê xem nêz dibe û ji bo nûjenkirin û parastina wî razemenî nake, ev bermahiyên dîrokî yek bi yek têk diçin û tên ji bîr kirin. Germiyan jî yek ji wan cihên dîrokiye ku hikûmeta Başûr xemsar nêz dibe û gelek bermahiyên dirokî ji ber nehatine parastin niha tenê navê wan mane.
Li herêma Germiyanê di derdora 500 cihên dîrokî yên cûr be cûr hene. Beşek ji van bermahî û cihên dîrokî tên zanîn û bi nav û deng e. Lê, hinek tenê navê xwe hatine tomarkirin ti tiştek jê nemaye. Niha gelek ji wan li ber rûxînê ne.
Têkildarî mijarê Cigirê Rêveberê Navenda cih û warên dîrokî yên Germiyanê Saleh Mihemed Semîn got: “Li herêma Germiyanê ji 500’î zêdetir cihên dîrokî hene. Lê ewên ku tên nas kirin û geştyar serdanê dikin tenê hejmareke diyarin. Kelha Şêrwan, Koşka Mihemed Paşa, Koşka Hewşkur ji wan çend hebin.”
Mihemed wiha berdewam kir: “Fikrên cûda der barê dîroka kelha Şêrwan de heye. Lê li gorî Hikûmeta Herêmê ji aliyê Heme Paşayê Caf ve hatiye ava kirin. Dîroka bazar û qeyseriya Kifrî ya dîrokî ne diyare. Niha piranî cih û warên dîrokî yên navçeya kifrî ber hilweşînêne. Mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî têxwastin girîngî pê nade û pêre mijûl nabe.”
Saleh Mihemed balşkişand ser pêwîstiya nûjen kirina cihên dîrokî û wiha axivî: “Ji bo nûjen kirina bazara qeyserî ya Kifrî 7 milyon dînar hatiye cûdakirin û ji bo nûjen kirina koşka Mehmûd Paşa jî 600 milyon dînar hatiye veqetandin. Lê ji ber derketina krîza aborî ew pere ne hate serf kirin û wek xwe maye.”
Mihemed wiha pêde çû: “Di sala 2013 û 2014’an de me karî li Germiyanê muzexaneyekê çêbikin ku berhemên dîrokî yên Germiyan werbigrin û biparêzin. Niha hinek berhemên dîrokî tê de hene, rêveberiya şunewarên Germiyan û welatî her çi berhemek dîrokî bibînin, didin mûzexaneyê. Niha ji 500 parçe zêdetir berhemên dîrokî yên Germiyan û Kurdistanê di mûzexaneyê de hene.”
Cigirê Rêveberê Navenda cih û warên dîrokî yê Germiyanê Salih Mihemed Semîn diyar kir ku wan herêm ji bo lêkolînê ji şîrketên biyanî re vekirîne û got: “Me ji bo van deveran, li gel şîrketên Elmanî, Emerîkî û Tirkî peyman îmze kir. Ev cih tev ji aliyê hikûmeta herêmê û ya Iraqê ve hatine îhmal kirin.”…ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*