Du rojan de 30 çete hatin kuştin

0
20

Pêngava rizgarkirina Reqayê sê meh li pey xwe hişt. Şervanên Hêzên Sûriya Demokartîk QSD’ê bajêr kolan bi kolan û tax bi tax ji çeteyan baqij dikin. Heta niha ji sedî 70 bajar hatiye rizgarkirin.

Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de li nav tax û kolanên bajêr de di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin.
Li eniya rojhilatê bajarê Reqayê li taxa Mensûr di encama şer yê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de 17 çete hatin kuştin û 9 sivîl hatin rizgarkirin.
Li taxa El-Emîn a navenda bajêr jî şerên giran rû didin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li heman taxê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêma şer hatin girtin, li taxa El-Emîn a Reqayê şerên giran rû didin û di encamê de heta niha 13 çete hatine kuştin.
Ji aliyekî din, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.
Her wiha tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîlên din ên Reqayê ji texa Mirur ku li aliyê rojava yê bajar dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şervanan sivîlên ku rizgarkirine ew gihandin cihên bi ewle.
LI EZMANÊ BAJÊR
ALA YPJ’Ê
Ji aliyê din de şervanên YPJ’ê, ku yek ji hêzên pêşeng ên operasyona rizgarkirina Reqayê ne, ala xwe li navenda Reqayê çikandin. Li navenda Reqayê êdî ala YPJ’ê li ba ye.
Şervanên YPJ’ê li cihê herêma Reqa Berê û kolana 23’an ku mezintirîn kolana bajêr e digihêjin hev, ala xwe çikandin. Şervanên YPJ’ê li eniyên herî pêş li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ala YPJ’ê deynin ev sê roj in ji 3 baskan ve êrîşê dikin. Şervanên YPJ’ê jî bi tundî bersivê didin êrîşan. Sekvanên DAIŞ’ê rojane bi dehan fîşekan berdidin alê. Lê ala YPJ’ê her li ba dibe.
KOMA MERTALA FIRATÊ TEVLÎ QSD’Ê BÛ
Yek ji komên di nava operasyona ‘Mertala Firatê’ de cih girt Lîwa El Şîmal, tevî çekên xwe li nava refên QSD’ê tevlî operasyona Reqayê bû.
TIRKIYÊ EM XAPAND
Şervanên ku tevî çekên xwe hatin, nasnameyên ku Tirkiyê dabû wan, radestî hêzên QSD’ê kirin. Di van nasnameyan de, ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ve hatin amadekirin, hemû şervan weke ku ji Dêra Zorê ne hatine nivîsandin. Li ser nasnameyan nivîsa “Qerta Nasandinê ya Navenda Bêhnvedanê ya Suleyman Şah a Qeymeqamtiya Akçakale” nivîsî ye. Ji vê jî fêhm dibe ku endamên komên “Mertala Firatê” bi van qetên penaberiyê bi hêsanî li nava Tirkiyê digerin. Koma tevlî nava refên QSD’ê bû ji 21 kesî pêk tê. Hin ji van şervanan tevî malbatên xwe hatine.
Fermandarê koma navborî Mihemed El Mûsa, destnîşan kir, ku ew tevlî QSD’ê bûne û hatine li Reqayê şer bikin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*