Aboriya civakî bi çandiniyê pêş dikeve

0
37

Li rojava tevî hemû ambargoyan jî aboriya civakî pêş dikeve û bi riya vê yekê gel pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih tîne. Di warê çandinî de jî gelek proje hatine pêşxistin. Projeya çandiniyê ya ku li Girkê Legê hatiye pêşxistin heta radeyekê pêdiviyên şêniyên herêmê pêşwazî dike.

Projeya malên plastîk a navçeya Girkê Legê hewl dide pêdiviya gelê herêmê ya sebzeyan bi cih tîne û buhayê sebzeyan kêm dike.‫‬‬‬‬
Bi derfetên heyî projeyên çandiniyê hatin avakirin. Yekem projeya çandiniyê ya Kantona Cizîrê, li navçeya Girkê Legê hat avakirin.
Ev proje di 11′ê Çileya sala 2014′an de ji aliyê Navenda Pêşxistina Aborî ya Rojava, hat avakirin. Werza yekem a projeyê ji 6 malên plastîk pêk hatin, werza duyem jî ji 12 malên plastîk pêk hat û pêdiviya herêmê ya sebzeyan pêk anî.
Bi serkeftina projeyê re demsala niha ya projeyê ji 63 malên plastîk pêk tê û her wiha pêdiviya herêmê ya sebzeyan bi cih tê anîn.
Berpirsên projeyê dane zanîn ku armanca projeyê ne qezenckirina pereyane, lê avakirina aboriya civakî ye û rakirina bandora ambargoyê ya li ser herêmê ye.
2017′AN DE BERHEM
103 TON BÛ
Bi destpêka meha Nîsanê re, berhemên destpêkê yên wek ″bacanên reş, bacanên sor, xiyar, îsot, mexdanûs ″ yên malên plastîk derbasî bazarên navçeya Girkê Legê bûn.
Endezyara projeyê Eyşe Silêman anî ziman ku îsal berhemên sebzeyan 103 ton bûn û derbasî bazarên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bûn.
Eyşe destnîşan kir ku berhemên projeyê hê li bazaran têne firotin.
BUHAYA SEBZEYAN DAKET
Di meha Gulanê de, buhayê sebzeyan li bazarên Kantona Cizîrê bilind bû. Bi hatina meha rojiyê re jî welatî derbarê vê yekê de ne razîbûn. Di dawiya mehê de berhemên projeyê derbasî bazaran bûn û buhayê sebzeyan daket.
ASTENGIYÊN LI PÊŞ XEBTATÊ
Projeya aborî li herêmeke ku çandinî lê baş dibe û av lê tê peydakirin, hat avakirin. Ev yek dihêle ku proje bi ser bikeve. Lê di xebatên çandiniyê de, gelek astengiyên weke tunebûna tovên çandiniyê, derman, semad û madeya plastîkê. Ev made ji ber girtina deriyê sînor ê di navbera Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de, nayên peydakirin.
PLANÊN FIREHKIRINA PROJEYÊ
Demsala çandiniyê ya havînê ber bi dawiyê ve diçe, û wê demsala zivistanê dest pê bike. Di vê çarçoveyê de, dê madeyên plastîkê bêne guhertin û alavên germahiyê bêne peydakirin.
Berpirsên projeyê diyar kirin ku ew di vê demê de, xebatên firehkirina projeyê didin meşandin û dê hektarên nû tevlî projeyê bikin. Berpirsan gotin ku dê bi riya firehkirina projeyê pêdiviya bazarên Dêrikê yên sebzeyan jî bi cih bînin..ANHA-Girkê Legê

SHARE
Previous articleQurban
Next articleREQA NÊZÎ AZADIYA XWE DIBE

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*