Karayilan: Aqûbeta Erdogan wê mîna Saddam be

0
23

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Bi çalakiya Amedê re gerîla bersiveke mezin da. 120 polîsên Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li wir hatin kuştin. Bersiv bi vî rengî tê dayin.”

Polîtîkaya “em ê biqedînin” a rejîma şerê taybet a Tirk a li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi salên 2000’î û desthilatdariya AKP’ê re bêhtir xetere bû. Şerê taybet ji aliyê hikumeta AKP’ê ve weke projeyeke stratejîk a ji beşên cuda pêk tê, bi cih hate anîn. Carna rabû got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e”, carna jî bi mînakdana modela Srî Lankayê re gefa qirkirinê xwar. Sala 1984’an Kenan Evren got “Em ê di nava 72 saetan de biqedînin”. Sala 2017’an jî Suleyman Soylû bi navê rejîma Erdogan axivî û got, “Em ê heta biharê biqedîni”. Rêveberên KCK û PKK’ê, polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxandin.

OPERASYONA BI PIŞTGIRIYA NATO’YÊ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku pirsgirêka bingehîn a rejîma şerê taybet a Tirk ew e, ku nikare PKK’ê rast bixwîne.

Karayilan, polîtîkayên Tirkiyeyê yên salên 2000’î ku bi piştgiriya NATO’yê li dijî PKK’ê meşand, wiha nirxand.

“Demîrel û Tansû Çîller piştgiriyeke xurt ji NATO’yê girtibûn. NATO ji ber sekna me ya li Rojhilata Navîn bi fikar bû. Ji bo tasfiyekirina tevgerê, erêkirin û destûr hatibû giritn. Ji ber vê yekê Tansû Çîller digot, “qediya, diqede”, lê belê ew bi xwe qediya. Destwerdana navneteweyî pêk hat; Rêber Apo dîl hate girtin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî vê ji Ecevît re gotin, ‘Ev qediyan’. Di van nêzîkatiyan de du xal derdikevin pêş; ya yekemîn hewldana ‘nîşandana bi rengekî berevajî û biçûk xistinê’, ya duyemîn jî helwesta ‘rast nexwendin’ e.

Weke mînak, bi dîlgirtina Rêbertî re ji wan hebû ku PKK qediya ye. Nekarîn PKK’ê rast bixwînin. Ji wan hebû, eger Rêbertî li cihekî tecrîd bikin wê tevger hilweşe. Rast e Rêbertî lîderekî xust e. Lê belê vê yekê bi îdeolojiya xwe dimeşîne. Bi hezaran kadroyên ji ber vê îdeolojiyê afirîne hene, zanebûnek li ser vê bingehê heye. Wekî din, gelekî Kurd heye ku li gel vê yekê hatiye afirandin. Baweriyek, tevgereke berxwedana civakî ya li ser vê bingehê heye. Ji ber ku ev yek nedîtin gotin, ‘êdî qediya’.

Hêzên navneteweyî jî ketin nava heman nêzîkatiyê. Di çarçoveya armanca şerê psîkolojîk ê li dijî tevgera me de gotin, “Ji tevgerê ne li benda tiştekî bikin, qediya diqede, ev planeke, jê bawer nekin’. Halbûkî rastiyeke zirecêb, rastiyeke civakî heye.

JI WAN NAYÊ KU RASTIYÊN PKK XWE DISPÊRÊ TINE BIKIN

Serdema AKP’ê serdemeke hinekî cuda ye. Bi salên 2000’î re hate fêhmkirin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke xwe dispêre rastiyeke civakî ye. Ev rastî hem li qada navneteweyî, hem jî li Tirkiyeyê hate dîtin. AKP jî di destpêkê de bi heman rengî tevgeriya. Welê tevgera ku mîna ev pirsgirêk wê bi rêbazên cuda bê çareserkirin nîşan da. Halbûkî hate fêhmkirin ku rastiya wê ne welê ye. Rastiyek heye, ku PKK xwe dispêrê; beriya her tiştî rastiyeke civakî heye. PKK vê civakê temsîl dike. Daxwazên şivanekî li çiyê û dikandarekî li bajêr îro ji aliyê PKK’ê ve tê ser zimên. Di vir de daxwaza civakî heye. Rastiya ku PKK xwe dispêrê ev e jî. Yeka din jî rêbaza têkoşînê ya Rêbertî ye. Îdeolojiya afirand, dînamîkên civakî yên li ser bingeha vê felsefeyê derxist holê, ruhê têkoşer, yanî ev rastî dînamîkekê derdixîne holê ku dikare bersivê bide hemû êrîşên li dijî PKK’ê.

Rastiyên ku PKK xwe dispêrê, ne ew rastî ye ku bi top, hawan û balafiran ji holê bên rakirin. Rastiyên ku xwe dispêrê, heqîqetê temsîl dike, heqîqeta civakî temsîl dike. Kûrahiya xwe heye; bi deh hezaran mirovên bi bawerî û biryardarî di vê çarçoveyê de têdikoşin. Ev hemû ne ew tişt in ku bi şîdetê karibin ji holê werin rakirin.

EVÎNA ERDOGAN A JI BO SÎSTEMA SEROKATIYÊ

Ya rast, rayedarên dewletê jî bi vê zanin. Li gorî min, herî zêde Erdogan bi vê zane. Niha hûn ê bêjin, wê çaxê çima hê şer dike? Di Newroza 2013’an de danezaneke gelekî girîng hate xwendin. Kurtasiya vê danezanê; peymaneke aştiyê ya li ser tifaqa Kurd-Tirkan bû. Perspektîfa Tirkiyeyeke xwedî pîvanên demokratîk û aştiyane bû, ku dikarî bû dest li şerê li Rojhilata Navîn werda. AKP’yiyan jê re negotin na. Ji ber vê yekê pêvajoya agirbestê du sal û nîvan dewam kir. Lê belê Erdogan piştre lê nihêrî; pirsgirêka Kurd rastiyek jî be û hewl bide çareser bike jî, wê nikaribe rejîma sîstema di mejiyê xwe de ava bike. Ya ku ew li ser difikirî serokatî bû, rêvebirina Tirkiyeyê bi tena serê xwe bû. Yanî nêzîkatiyeke dîktatorî hebû. Lê belê çareseriya pirsgirêka Kurd wê Tirkiye demokratîk bikira. Erdogan ev dît.

Bi taybetî dema sîstema serokatiyê kete rojevê, piştî ku dît hêzên demokratîk wê vê yekê erê nekin, helwesta xwe zelaltir kir. Lewma li şûna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, mîna yên beriya xwe xwest pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlekarîparêziyê bitepisîne û şer û şîdet ji bo desthilatdariya xwe ya şexsî, rast dît. Erdogan di vir de li berjewendiyên Tirkiyeyê nefikirî; lewma bi hêzên demokrasiyê re tevnegeriya, lê bi MHP’ê re bû yek û bi konsepteke nû êrîş kir.

ERDOGAN ŞER DA DESTPÊKIRIN

Carna dema diaxivin, mîna ku me şer daye destpêkirin nîşan didin. Bêguman ev dereweke mezin e. Tiştekî wiha nîne, yê şer da destpêkirin Erdogan e. Gelo bawer dikin ku wê karibin bi şer çareser bikin? Ne bawerim. Lê belê ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe, pêwîstî bi şer dît. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser bingeha xwînê ava bike. Ji ber vê yekê bi partiyeke faşîst a mîna MHP’ê re bû yek û nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da.

Ya rast, rewşa şer a sala 2015’an rû da, tercîhek li ser mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê bû. Erdogan tercîha xwe kir. Ji bo vê jî, siyaseta şer li ser Kurdan û PKK’ê ferz kir. Lê bi ser neket.

BI ÇALAKIYA AMEDÊ RE GERÎLA BERSIVEKE MEZIN DA

Her ku rejîma faşîst têk diçe, derewan dike. Bi rêya derewan dixwaze girseyên gel bixapîne. Di pêvajoyên bi vî rengî de timî xwestin rejîma xwe xurt bikin. Gotin, ‘PKK wê heta meha Nîsanê biqede’. Ya ku vê timî dibêje wezîreke. Wê rojê heman wezîrî got, ‘PKK min dike hedef’. Yanî pêwîste vê yekê fêhm bikin; PKK şexsan nake hedef. Em, zîhniyeta dewleta mêtinger dikin hedef. Em faşîzmê dikin hedef. Ji ber ku herî zêde ew derewan dike, belkî navê wî gelekî tê bilêvkirin. Ji biharê û vir ve dibêjin, wê biqedin. Lê belê têkoşîna ji biharê û vir ve têkoşîna bi pêş dikeve nabînin.

Ya rast, bi çalakiya Amedê re gerîla bersiveke mezin da. Wê rojê 120 polîsên heman wezîrî li wir mirin. Bersiv bi vî rengî tê dayin. Pêvajoya têkoşînê ya bi pêş dikeve, vaye li holê ye. Ewqas operasyon kirin, çi bi dest xistin? Li Botanê jî derb xwarin. Li Serhed, li Tendurekê du operasyonên mezin kirin. Di her du operasyonan de gelekî mezin têk çûn. Niha radibin vê yekê weke serketinekê nîşanî civakê didin. Derewa ’em bi ser dikevin’ li derdorê belav dikin. Pêwîste hemû hêzên demokrasiyê, tevahiya civaka Tirkiyeyê li van bawer nekin û li dijî wan têbikoşin. Ji ber ku di nav de rastiyek jî nîne.

Çend roj berê Erdogan qala mirina nêzî 9 hezar kesî kir. Şer e, windahiyên me hene, lê ewqas nîne. Her hefte daxuyaniyê didin; mirov rabe hejmara van di nava du salan de dane bidin ser hev, wê bi dehan hezarî derbas bike. Ewqas cenaze li ku ne? Gelo hejmara gerîla bi sed hezaran e? Hemû derew e! Ev yek bêhurmetî ye li pêşberî civakê. Eger pîvaneke şerê psîkolojîk hebe jî, vana ti pîvan nehiştine. Pêwîste gelê me jî bi vê zanibe û têbikoşe.”

AKP REJÎMA ŞERÊ TAYBET E

Fermandara Biryargeha Navenda YJA Starê Zozan Çewlik got, “Şerê topyekûn ê AKP û MHP’ê ne tenê li dijî Kurdan e, lê şerekî li hemberî hemû mûxalîfan e. Dixwazin civakê teslîm bigirin.”

Çewlik diyar kir, AKP rejîmeke şerê taybet e û anî ziman, AKP û MHP’ê biryara şerê topyekÛn dan û li ser vê bingehê şerekî giran tê meşandin. Çewlik anî ziman, bi rêya şerê psîkolojîk hewl tê dayin civak teslîm were girtin.

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlik asta şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk wiha nirxand:

“AKP ji xwe rejîmeke şerê taybet e. Ev şer ne tenê li dijî Kurdan e, li hemberî hemû beşên civakê ye. AKP vê konsepta xwe di nava du salên dawî de bi rengekî vekirî dike. Nîşan da ku rejîma herî faşîst a heta roja îro ye. Ji bo parastina desthilatdariya xwe tiştekî ku înkar nekiriye, tine nekiriye û ji nedîtî nehatiye, nema ye. Ji bo civakê bike kole, bi her awayî zextê dike. Ev yek ne tenê ji bo me xeterî ye, lê ji bo hemû gelên li Tirkikyeyê xeterî ye. Pêwîste hişyarî û hestyariyek li pêşberî vê derkeve holê. Bi taybetî, bi şerê psîkolojîk re, bi şerê taybet re operasyoneke xapandinê li dijî civakê dimeşîne. Yanî bi awayekî topyekûn êrîşî nirxên gel dike û bi vî awayî dixwaze desthilatdariya xwe biparêze.

BI HER TIŞTÎ ÊRÎŞ DIKIN

Şerekî topyekûn dimeşîne, lê belê rastiya vî şerî nîşanî civakê, gel nade. Bi rêya nûçeyên şaş û derewîn êrîş dike. Em bala xwe bidinê; salên 1990’î yek ji dema ku şerekî giran li dijî PKK’ê hate meşandin bûn. Dogan Gureş û Tansû Çîller bi hemû rêbazan ji bo qedandina PKK’ê şer kirin. Kuştinên ‘kiryar nediyar’ di asta herî bilind de bûn. PKK’ê bi bexwedaneke mezin pêşî li pêvajoyên bi vî rengî girt. Konseptên mezin têk bir. Û xwediyê van gotinan di nava dîrokê de têk bir. PKK di van pêvajoyan de qels nebû. Berevajî, xurtir bû. Her ku gotin ‘Me PKK qedand’ PKK’ê dest bi pêngavê kir.”

OSMANIYÊN NÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Kasim Engîn diyar kir, Erdogan rejîma xwe weke dewleta Osmanî ya nû dibîne û got, “Dîroka Osmanî dîroka şerê taybet û şerê desthilatdariyê bû.”

Engîn anî ziman, ku girîng e mirov li zemîna ku AKP xwe dispêrê binerin û got, “Şerê taybet di dîroka Osmanî de bi rastî jî bi rengekî cidî hate meşandin. Mirov bi saxî hatin şewitandin. Îro jî gelek caran hate dîtin; li Cizîrê, li Sûrê mirov bi saxî hatin şewitandin. Wekî din bi navê siyasetê mirov hatin darvekirin; hatin fetisandin, li bîran hatin binaxkirin û kuştin. Sîstema Yenîçerî ya li nava Osmaniyan, ji mirovên ji gelên cuda hatibûn peydakirin, pêk dihat. Wê wextê diçûn gelek cihên weke Yewnanîstan, Bûlgarîstan, Arnavûtlûkê, êrîşî civakên ne misilman dikirin; dayik û bav dikuştin, dest datanîn se mal û milkên wan û piştre jî zarokên wan digirtin, dianîn di bin kontrola Osmanî de perwerde dikirin, ew vediguherandin çekekê û ji bo êrîş bikin dişandin welatê wan. Ji vê û wêdetir çi heye?

Ji vê re Sîstema Yenîçerî digotin. Ev yek polîtîkayeke mezin a şerê taybet e. Li nava Kirgizan qala bûyera mangûrtê tê kirin. Ev yên Yenîçerî jî ne kêmî mangûrtan e. Mînakeke hê balkêş jî ev e; Di nava Osmaniyan de padîşahan birayên xwe, hinekan zarokên xwe, bavê xwe, biraziyên xwe, xalê xwe, apê xwe dikuştin. Dema ku ev bi nêrîneke seraser bê nirxandin, dikare bê rexnekirin. Ev bûyer di nava Osmanî de ne bûyerên yekcaran diqewimî bûn. Ev yek bi rêk û pêk dihate kirin. Her wiha bi fetwayên şêxulîslmanan re qetla bira wacib hate nîşandan. Eger padîşahekî Osmanî 18 birayên xwe kuştibe, hingî di binê vê de sedem hene. Sedema vê ev e: Ev desthilatdarî wê çawa li ser piyan bimîne, ev hemû ji bo parçenebûna desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê Osmanî şeş sed salan li ser piyan ma. Ew rewşe ku gelek caran pesnê wê tê dayin, bi vî rengî bû. Lewma di nava Osmaniyan de dek û dolab gelek e û pêwendiya xwe bi vê rastiyê heye.”

AQÛBETA ERDOGAN WÊ MÎNA YA SEDDAM BE

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Bahoz Erdal diyar kir, ku AKP demagojiyê dike û got, “Aqûbeta Erdogan wê mîna ya Seddam be.” Erdal anî ziman, têkoşîna gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê wê dawî li AKP’ê bîne û ev nirxandin kir:

“Dîroka têkoşîna me ya 40 salan îspat kiriye, ku kîjan hikumeta bi îdîaya tinekirina gerîlayên kurdistanê bûye desthilatdar, di kîjan astê de hovîtî kiribe bila kiribe, yê bi derba mezin têk çûye ew bi xwe ne, ew tine bûne. Aqûbeta AKP’ê jî wê bi heman rengî be. Rêveberên AP’ê demagojî û derew ji xwe re kirine pîşe. Divê mirov vê pirsê ji wan bikin; Madem we zêdeyî 10 hezar gerîla tasfiye kirine, madem we PKK qels kirine, madem tevlîbûna li nava refên gerîla nema ye; wê çaxê çima hê her roj bi dehan caran bi dehan balafirên we yên şer radibin? Çima we heta niha zêdeyî 250 hezar leşkerên xwe li Kurdistanê bi rengekî amade, bi cih kirine? Çima hemû çekên we yên giran niha li Kurdistanê ne? Madem hûn serketî ne, madem ‘PKK qels bûye û bêçare maye’, wê çaxê çima hûn her roj destê xwe li ber deriyê dewletên herêmê û navneteweyî vedikin, ku di şerê dijî PKK’ê de alîkariyê bidin we? Ka we digot, hûn serketî ne, ka we digot, hûn darbeyê li PKK’ê dixin, ka we digot, PKK têk diçe; ka we li ber ti dewletê serê xwe neditewand, we xwe neçar nedikir? Ev derew û sextekarî çi ye wê çaxê? Ev destê ku hûn li ber deriyê dewletên herêmê vedikin, çi ye?

WÊ MÎNA SEDDAM LÊ BÊ

Ji bo destekê ji dewletên navneteweyî li dijî me bigirin, amade ne her tiştên Tirkiyeyê bifiroşin, her tiştî qebûl bikin. Ev yek jî vê nîşan dide; AKP derewan dike. Gerîlayên Kurdistanê bi destê AKP’ê tine nabin; lê AKP wê bi destê şoreşa Kurdistanê, bi destê gerîlayên Kurdistanê tine bibe. Aqûbeta Erdogan wê mîna ya Seddam be. Têkoşîna gelê me û gerîlayên Kurdistanê wê dawî li AKP’ê bîne. Tirk, Kurd, Ereb ya jî mirovên ji gelên din; hêviya her kesên ji destê dîktatoriya Erdogan, ji zilma AKP’ê dikişîne, wê gerîlayên Kurdistanê û têkoşîna me be. AKP dixwaze vê mesajê bide gelên Tirkiyeyê, demokratên Tirkiyeyê; ‘Binerin, cihê ku hûn hêviya xwe pê bînin, nema ye, qels bûye. Wê çaxê tenê rêyek li pêşiya we dimîne; serî li ber min bitewînin, dîktatoriya min qebûl bikin. Wekî din ti rê li ber we nîne’. Ev yek ne tenê li dijî gelê Kurd e, operasyoneke psîkolojîk e ku li dijî tevahya civaka Tirkiyeyê ye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*