Siberoja statukoparêziyê tune ye

0
46

Taybet Kurd -lê giştî jî mirovên Rojhilata Navîn -pir zêde statûkoparêz in. Dema hinek serkeftinên biçûk bi dest xwe bixin ,bi wê têr û razî dibin û bes dibînin. Ji ber wê xisleta xwe, ji guherînên bingehîn û pêngavên şoreşgerî re girtîne.
Em bala xwe bidin dîroka xwe. Bi dehan caran derfet derketine ku Kurd xwe rizgar bikin, lê ji ber vê karaktera xwe a statûparêz a heyî (parastin) bi gavên biçûk xwe bes dîtine, lewma rewşa heyî baş nenirxandine û di kêliyên dîrokî de gavên dîrokî neavêtine. Di encam de derfetên dîrokî ji destên wan derketine û kengî fêmkirine û xwestine kêmkurtiyên xwe derbas bikin jî; êdî dem û derfetên heyî ji di destên wan derketine, tevî ku dikaribûn serkeftiyên mezin bi dest bixin jî lê nikarîne. Û ji ber ku destkeftiyên heyî hilnedane saxlemiyê ew jî gelek caran ji destên wan derketine.
Em dûr neçin û Şoreşa Rojava bîr bixin. Ji ber çemka bes û têrdîtinê, di kêliyên giran biha de; tiştên ku bihatana kirin nehatin kirin ditînê- nehatin kar anîn, hinek gavên dîrokî ji di destên Şoreşa Rojava de derketine. Û niha jî ji bo ku ew rewşa rast û dema xwe nehatibû nirxandin were derbaskirin, çendî zorî tê kişandin, herkes bi jiyankirina bedêlên giran dibîne.
Mînak, dema ku Kobanê rizgar bû û pê ra jî Grê Spî hat rizgar kirin, derfetên gelek mezin derketibûn ku bi ruhê pêngavek şoreşgerî kantonên Afrîn û Kobanê bibin yek, dîsa Şehba were rizgar kirin, heta derfet hebûn ku deverên din yên stratejîk jî bikevin nava Federasyona Bakûrê Suriye.
Lê ji ber sedemên cuda û cewaz ev gav nehatin avêtin. Dibe ku hêncetên saxlem jî hebin. Lê em bîra nekin yên ku dixwazin dîrokê bi zimanê xwe binivîsînin pêwîste hinek rîskan jî bidin berçavên xwe. Û her wiha yên ku dixwazin mezin qezenç bikin, nikarin gavên ku werin avêtin lê nehatine avêtin bi hêncetan îzah bikin. Şoreşger çavên xwe bera tiştên mezin didin. Çavên xwe ji bo tiştên biçûk gerandin ne taybetmendiyên mirovên şoreşger û veguherxwaz e.
Erê şoreşger mezin difikrin. Mezin kar dikin, mezin qezenç dikin. Û bi gavên biçûk nikarin xwe têr û bes bibînin. Û her wiha şoreşger nikarin statûyan biparêzin û bibin statûparêz. Erê, Şoreşger guherinxwazin. Yek jî şoreşger di demê xwe de gavan diavêjin û nikarin bêjin ku şert û merc ne guncavin. Şert û mercên ne guncav şoreşger guncav dikin. Regêza şoreşgeran ew e ku bê hêncet bikaribin bijîn. Ew jî prensîba çi hatiye kirin e, na, prensîba çi dikarîbû were kirin e.
Bi hêviya ku bi ruhek mezin û xisletek pêngavavêj em carek din derfetên ku dikevin destên me winda nekin, nakevin xwe xapandina; bes û têr.
Em bizanin ku îro rewşa Rojhilata Navîn dest dide ku guherîn û veguherînên mezin werin jiyîn, dîsa rewş dest dide ku ji bo gelan li ser esasa çanda netewa demokratîk mezin were qezenç kirin, û her wiha rewş dest dide ku bi Şoreşa Federasyona Bakûrê Suriye deriye Şoreşa Rojhilata Navîn were vekirin.
Lê em vê jî bizanin ku; ev derfeta ango ev şens û qismeta tenê vê keliya dîrokê de di destên hêzên şoreşger ê rojava de ye!

Qasim ENGÎN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*