Li navenda Reqayê şer giran buye

0
40

Li taxa El Emîn a li navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD’ê di nava du rojan de 250 mayinên çeteyan îmha kirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 91’ê de ye. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li navenda bajêr her bi pêş ve diçin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li taxên El Emîn û Sekeneya şerekî dijwar diqewime. Şervanan her wiha di nava du rojan de 250 mayinên çeteyan îmha kirin.

Li taxa Mansûr a li rojhilatê bajêr jî nexweşxane ji çeteyan hate paqijkirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*