Li Banê Îtifaqa Tirk-Îran têk diçe

0
37

Di nava heyama heyî ya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe de, yek ji pirsgirêkên ku dewleta Îranê ditirsîne, ji nû ve teqandina doza Kurd e. Dewleta Îranê beriya şoreşa îslamî ya Humaynî, di serdema Şahê Îranî Riza Behlewî de, ji ber rola xwe ya girîng di siyaseta derve ya Amerîka di Rojhilata Navîn de, dikarîbû têkîliyên xwe yên stratejîk bi Amerîka re li dijî statuya Kurdan bikar bîne. Di encmê de hêza Rûsya ku piştgiriya komara Mehabadê dikir vekişiya û gelê Kurd bi tena xwe rûbirûyî komkujiyên şahê Îranê Behlewî ma. Li aliyê din îxaneta hinek Kurdên xwedî bandor ên mîna Îmam Ezîz Axa û Beyazîd Axa, wêrekî da Şanhinşahê Îranê ku komara Mehabadê di Kanona 1946’an de hilweşîne û sergevazê vê komarê û hevlabendên wî di heman saheya ku lê serxwebûna ragihandiye, daleqîne.
Sîstema Humeynî ji bo ku şoreşa xwe ya Sibata 1979’an bi ser bixîne, gelê Kurd di nav de hemû gelên Îranê bi sozên derew xapandin û bi vî awayî sîstema Şah Riza Behlewî têk bir. Piştî ku Humeynî bi ser dikeve ji bo nivîsandina destûreke nû rê li ber beşdarbûna Kurdan digire. Wê çaxê çav li rê bû ku Qasimlo beşdarî nivîsandina destûra nû bibe, lê dewleta Humeynî ji ber nijadperestî û mezhebperestiya xwe bi hînceta ku piraniya Kurdan ji rêola sunî ne, dûrî nivîsandina destûrê hiştin. Partiyên Kurdan wê demê destûra hatiye nivîsandin red kirin. Ev jî bû hîncet ku Humeynî bi fetweyekê Kurdan weke gawir û kafir ragihîne û qirkirina wan helal bike. Ev pêvajo di vir de sînordar nema û dest bi bomberdomana herêmên Kurdan kir. Di sala 1980 de artêşa Îranê oparasyoneke berfireh di herêmên Kurdan, taybet li Mehabad, Bawe û Mêrîwanê de dest pê kir. Gelê Kurd li hemberî van destdirêjî û zilma desthilatdariya Îranê bê deng nema. Bi hemû awe û rêbazan têkoşîn û berxwedan da meşandin. Di encama van êrîşên artêşa Humeynî de bi sedan gundên Rojhilatê Kurdistanê hatin rûxandin. Sîstema rêolî ya Îranê her gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye. Bi hezaran ciwanên Kurd di şerê herdu desthilatdariyên Îraq û Îranê de bûn qurbanî. Di encama van bedelên Kurdan de, di 31 Tîrmeha 1989an de li Vienna lîderê Kurd Abdulrehman Qasimlo û du hevalên wî hatin soyqestkirin.
Siyaseta qirker a li dijî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne kêmî kiryarên mêtingerên beşên din ên kurdistanê bû. Her liv û tevgera Kurdan girêdayî erêkirina istixbarata îranê bû. Taybet di aliyê çandî, aborî û siyasî de. Tevî ku Rojhilatê Kurdistanê xwedî cografyeyeke dewlemend û berfireh e, lê gelê Kurd ji hemû gelên li Îranê jiyan dikin xizantir e. Her wiha bajarên Kurdistanê bi awayekî sîstematîk dûrî geşkirin û pêşketinan hiştin. Vê yekê bandor li jiyana gelê Rojhilatê Kurdistanê kir û mecbûrî kolberî û betaliyê kir. Gelek raportên navneteweyî tekez dikin ku gelê Kurd li Îranê rastî qirkirin û tunekirinê tê. Mezintirîn rêjeya darvekirinê derheqê çalakvanên Kurdan de ye.
Îro jî Banê tola Qazî, Qsimlo, Simko, Ferînaz Xisriwanî û ciwanên têne darvekirin hildide. Kuştina kolberan hinceta qirkirina Kurdan e ku di encama itîfaqa herdu sîstemên Humeynî û Erdogan de pêk te. Lê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, çawa ku di sala 1999’an de li dijî komploya navneteweyî a li dijî Rêber Apo serî hilda, îro jî di şexsê Banê de li dijî van lihavhatinên qirêj ên serdestên Kurdistanê serî hil dide. Sîstema Humeynî bi van kiryarên xwe, dawiya temenê desthilatdariya xwe weke cîranê xwe erdogan radigihîne.

Idrîs HENAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*