Cejna qurbanê û ya aşitiya cîhanê

0
18

Cejna aştiyê ya cîhanî her sal di yekê meha îlonê de, lidar dikeve. Îsal di heman dîrokê de cejna qurbanê jî pêk hat. Di gerdûnê de hemû heyînên gerdûnî çi mirov çi lawir çi şînatî çi jî kevir dibin, ev guhêrbar û zindî ne, lê geya di nav çend rojan de bilind dibe, lê ji bo kevir û zinaran hezar sal pêwîst dike heta ku guherîn û pêşketinek çêbibe. Ev hemû zindî di nav hevsengiyekê de dijîn. Mînak: Dar û şînatî oksecena bihinkişandina mirov dide û însan jî kerbona ji bo daran pêwîst dide. Bi pêşketina serdema baviksalarî re, pêvajoya dîrokî ya desthilatdar a koldarî bi pêş dikeve. Civak bi zilim û koledariya qiraltiyê re rû bi rû dimîne û mirov weke qûrban tên serjêkirin. Ev stemkarî dihêle ku şoreşa Ibrahîm Xelîl bi pêş bikeve û pêwîst dike ku li şûna mirovan bila heywan werin qûrbankirin û serjêkirin û li gorî exlaq û felsefeya Zerdeştiyê jî, mafê her zindiyekî heye jiyan bike û nebe qûrban ji bo jîndarên din. Rêgezên Zerdeştiyê dibêjin; sewalan serjê mekin lê xwe bi berhemên wan mîna şîr, mast û hirî xwedî bikin û ev têrê dike. Îro dîsa terora desthilatdariyê çi DAIŞ çi kapîtalîzma cîhanî dibe û çi jî Erdogan dibe, ev kuştin, serjêkirin û qûrbankirina mirovan li seranserî cîhanê bi pêş dixin û li beramberî vê jî neviyên rêgez û exlaqê Zerdeştiyê, di bin navê QSD de îro li Reqayê mirovahiyê ji serjêkirin, kuştin û qûrbankirinê bi xwîna xwe diparêzin.
Cejna aştiyê ya cîhanê, bi pêşketina serweriya pênc hezar sal re, zilim û kuştina mirovan bi pêş dikeve, zêdetir di pêvajoya kapîtalîzmê de çêdibe. Temenê mirovbûnê heft milyon sal in û yê kapîtalîzmê jî tenê 400 sal in. Hejmara mirovan ên di serdema kapîtalîzmê de hatine kuştin ji ya giştiya temenê mirovahiyê pirtir e. Di şerê cîhanê yê yekemîn de bi qasî 30 milyon însan hatin qetilkirin û di şerê cîhanê yê duyemîn de zêdetirî 56 milyon mirov hatin kuştin. Ger mirov kom bike ser hev encam dibe 86 milyon. Ev jî bi sedema parvekirina cîhanî di nav dewletên mîna Ingilîz, Fransa, Rûsya, Amerîka û hwd de, pêk hatiye. Bi vê jî hovîtî, dagirkerî û kuştina mirovan ên van dewletan zelal û eşkere dibe. Da ku van kiryarên xwe yên dijmirovî veşêrin û xwe weke mirovparêz, demokratîxwaz û aştîxwaz nîşan bidin. Ev hêzên kujer yekê meha îlonê her sal weke roja Cejna Aştiyê ya cîhanî radighînin, wateya vê cejnê dibêje bese kuştina mirovan bese dagirkerî û bila şerên cîhanî pêk neyên. Lê ya em îro li ber çavan dibînin, şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Sûriyê li dar dikeve ye. Hêzên hundirîn ên Sûriyê yên herêmî mîna Tirk, Îran, Qeter, Siûdî erebistan û yên navdewletî bi serkêşiya Amerîka û Rûsya li ser dagirkerî û berjewendîparêziyê di nav pêşbaziyekê de ne û mirovan dîsa dikujin û dikin qûrbana mêtîngeriya xwe. Ev hemû saziyên mirovî yên navdewletî mîna aştiya cîhanî, mafê jinê, mafê zarokan, mafê çarenûsa gelan…hwd. Ji bo sextekarî û xapandina mirovahiyê ne. Her ku hovîtiya kapîtalîzmê eşkere bûye bi avakirina saziyên mirovî, xwe wek pergala mirovhez nîşan dane. Lê ev kiryar êdî nayên veşartin û li ber çavên gelan raxistî ne û hatine naskirin ku berdêla modernîteya kapîtalîst modernîteya Netewa Demokratîk e.

Fexrî HEBO

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*