Komîn bingeha rêxistinbûyînê ye

0
41

Hevseroka Daîreya Hilbijartinan a Komîseriya Bilind ya Hilbijartinan li Kantona Efrînê Roşîn Hido diyar kir ku ji bo 375 komînan 1460 kes bûne namzetên hevserokatiyê. Roşîn got; “Ji ber ku komîn bingeha destpêkê ya civakbûyînê ye, pêwîste gelê me bi hemû rengên xwe tevlî van hilbijartinan bibe.”

Xebatên ji bo hilbijartinên komînan bê navber berdewam dikin. Dema serlêdana ji bo namzetiyê di 5’ê Îlonê de bi dawî bû.
Hevseroka Daîreya Hilbijartinan a Komîseriya Bilind ya Hilbijartina li Kantona Efrînê Roşîn Hido diyar kir ku di 5’ê Îlonê de li Kantona Efrînê dema serlêdana ji bo namzetiya hevserokatiya komînan qediyaye û da zanîn ku ji bo 375 komînan 1460 kes bûne namzet. Hîdo wiha axivî; “Ji van namzetan 688 jin û 772 mêr in. Di nav namzetan de rêjeya ciwan û xwendevanan ya herî bilind e.”
Roşîn Hido destnîşan kir ku wan gelek komîteyên belavkirina nasnameyên hilbijartinê ava kirine. Ev komîte heya beriya hilbijartinan bi rojekê wê xebatên xwe dewam bike.

HEVRIKIYA PAK DEMOKRASÎ YE

Roşîn Hido li ser rêjeya bilind ya namzetiya hevserokatiy komînan wiha got; “Ev cara yekê ye ku hilbijatina hevserokatiya komînan di bin sîwana Komîseriya Bilind a hilbijartinan de lidar dikeve. Dema em dibînin ku di her komînekê de hevrikî û ji navekî pirtir namzet heye, rêjeya rasteqîn a beşdarbûna nava van hilbijartinan diyar dibe. Ev jî asta demokrasiyê nîşan dide.”

KOMÎN BINGEHA RÊXISTINBÛYÎNÊ YE

Welatiyê bi navê Azad yê Kantona Efrînê, li ser girîngiya tevlîbûna hilbijartinan, wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ji ber ku komîn hêlîna destpêkê ya civakbûyînê ye, pêwîste gelê me bi hemû rengên xwe tevlî van hilbijartinan bibe. Ji bo cîbicîkirina vê sîstema federal, avakirina komîneke rast xwedî erk û peywirên rêveber, siyasî û civakî be, gavekî esas e.”

RÊBAZÊN BERÊ GUHARTINÊ ÇÊNAKIN

Welatiya bi navê Fatme Wêsî Omer jî li ser girîngiya hilbijartinan got: “Herî destpêkê pêwîste têgihaştinek derbarê kar, erk û peywirên komînan de were çêkirin. Ango bi rêbazên berê karkirin dê ti guhertinê çêneke. Dema ku komîn bibe xwedî rolekî îdarî û siyasî wê demê hewceya komînê dê baş bê fêmkirin. Niha em gelekî bi hêvî ne ku piştî ezmûneke kûr û dirêj ev têgihaştin hatibe rûnişkandin û komînên bên hilbijartin li gorî erkên demê bin.”

KOMÎN RÊXISTINA RAST A CIVAKÊ YE

Welatiya bi navê Mahîde Şahîn Henan jî derbarê hilbijartinên komînan de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ji ber ku komîn destpêka rêxistina rast a civakê ye, em van hilbijartinan weke gavekî girîng dibînin. Pêwîste baş bê zanîn ku bi hilbijartina komînan re yekem gava li derveyî desthilatdariya sîstema dewletê tê avêtin. Dema ku her komînek li cihê lê ye hemû pirsgirêk û astengiyên jiyanî, rêxistinî û siyasî derdikevin çareser bike, wê çaxê ti hewceya civakê bi rêveberiyeke ji jor ve nîn e.”

DIVÊ HEVSEROK LI GOR GEL BIN

Welatiyê bi navê Semîr Yûsiv Ibrahîm jî derbarê girîngiya hilbijartinan de ev tişt anî ziman: “Kesên di encama van hilbijartinan de bibin hevserokên komînan, di serî de lazime bi ruhekî berpirsyar ku erkên xwe nas bikin beşdarî nava karê xwe bibin. Divê li gorî azwerî û hêviyên gel bin. Bi xwe bi xwe hemû astengiyên li pêş rêxistinbûna gel derdikevin çareser bikin û bibin zemîna avakirina Federasyona Bakurê Sûriyê.”

126 NAMZETÊN KANTONA ŞEHBA HENE

Hêjayî gotinê ku dê hilbijartinên hevserokatiya komînan li her sê herêmên federal ên Federaliya Bakurê Sûriyê ( Firat, Cizîr, Efrîn) di 22 Îlonê de dest pê bikin. Li gorî daneyan li Kantona Şehba jî ji bo 45 komînan 126 namzetan ku jê 60 jin û 66 mêr in serlêdan kirine.

Ikbal BEDRAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*