Yek ji pirsgirêka civakî jî “berdan” e

0
37

Di jiyanê de her tişt derbasdar e. Gelek tişt û bûyerên xweş û yên bi êş jî hene. Carinan bi qewimandina bûyerekî re tevahî civak bandor dibe. Hizir û karê mirov civakê him bi pêşve û him jî şûn ve dibe. Ji bona vê divê em rê li ber nexweşiyên civakî yên bi bandor bigirin. Berdan jî yek ji van nexweşiyên civakî ye. Şoreşa azadiyê û vejînê jî hat li darxistin, bi şoreşê re gelek guhartinên bingehîn rû dan.
BERDAN YEK JI ÊŞÊN CIVAKÊ YE
Di vê derbarê de Endama Meclîsa Dada Civakî li Kantona Efrînê Rîme Bereket wiha got: “Dema ku zewac çêdibe, carinan berdan jî derdikeve. Ji bona vê jî divê mirov pêvajoya duyemîn an jî ya zewacê baş bixwîne piştre biryar bide. Zewac divê bi aramnca hevjiyana azad, wekhev, demokratîk û hezkirin bê çêkirin. Di vê dawiyê de Kantona Efrînê bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ma ye. Berdan bûye yek ji êşên civakî ya rojane. Her wiha bê sedem jî berdan çênabe. Koçberî û kêmbûna derfetên kar, bihabûn û şaş fêmkirina azadiyê hinek ji sedemên berdanê yên sereke ne.”
ZEWACA TEMEN BIÇÛK SEDEMEKE SEREKE YE
Endama Meclîsa Dada Civakî li Kantona Efrînê Mizgîn Hisko derbarê vê babetê de anî ziman ku ye ji sedema berdanê jî zewicandina bi temenê biçûke û wiha axivî: “Zewicandina temen biçûk û bi zorê jî sedemên bingehîn ên berdanê ne. Dadê ji bo qedexekirina zewaca teman biçûk, parastina mafê jinê, hevjiyana azad û demokratîk gelek zagon derxistin. Lê mixabin, ev zagon heya niha baş cihê xwe negrtine. Civaka Efrînê bi berdanê re rû bi rû maye. Ji ber ku civaka Efrînê guhêrbar e xwe zû diguhêre û bandora modêl, teknelojiyê lê dike rastî van kirîzên civakî tê. Ev jî bi xwe re rêjeya berdanê bi demê re zêde dike. Ev jî pirsgirêkek civakî ye, civakê ber bi qirkirina irf û edatên civakê ve dibe. Mirov dikare bibêje êdî jin rastiya jiyanê fêmkiriye û koletiyê qebûl nake. Hin caran jî sedema berdanê nenaskirin û şaş fêmkirina azadiyê ye.”
KONGRA STAR KÊM MA
Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star Sûad Elîko erka Kongra Star li hember berdanê anî ziman û ev tişt anî ziman: “Kongra Star rolekî dîrokî di guhertina mejiyê civakê de lîstiye. Kongra Star navenda xwedî derketina li jinê ye. Ji bo rê li hember berdanê bê girtin, gelek çalakî û semîner lidar xistiye. Ji bo parastina mafê jinê û avakirina jiyaneke wekhev û çareserkirina pirsgirêkên jinê, me gelek ked daye. Lê mixabin dîsa jî em ne gihaştin hemû jinan. Bi lidarxistina şoreşê û zêdebûna teknelojiyê di nav civakê de pirsgirêkên civakê jî pir bûn. Me hewl da ku em hemû jinan perwerde bikin û pêş bixin, lê dîsa jî em kêm man. Ji lewra; di demên pêş de em ê dest bi perwerdekirina zilam, jin, komîn, meclîs û hemû endamên civakê bikin. Em hiwl didn bi perwerdê re, rê li ber berdanê bigirin.”
MALA JINÊ PIRSGIRÊKAN
ÇARESER DIKE
Endama Rêveberiya Mala Jin li Kantona Efrînê Hemîde Mihemed jî wiha axivî: “Bi alîkariya Kongra Star me gelek hemle û çalakiyên ji bo jinê lidarxistin. Di demên pêş de hemleyek ji bo sekinandina zewaca duyemîn wê lidar bikeve. Mala jinê bi xwe navenda perwerdekirina jinê ye, lê di vê dawiyê de bû navenda pirsgirêkên civakî. Ji ber ku gel girîngî û baweriyê dide mala jin, hewldanên me ji bo sekinandina vê kirîza civakî dê bê navber berdewam bike. Berê berdan tenê bi îrade û xwesteka mêr bû, niha bûye xwesteka jinê jî. Meclîsa dada Civkî heya niha ji pirsgirêkên jinê re nebûye bersiv.”
SEDEMEK JÎ KEVNŞOPÎ Û OLPERESTÎ
Endama Rêveberiya Mala Jin Henîfe Elî jî di vê mijarê de wiha got: “Gelek pirsgirêkên berdan, mîras û nakokiyên malbatî tên mala jinê. Gelek ji wan bê ku derbasî dadê bibin tên çareserkirin. Mala jin li gorî zagonan tev nagere. Em li gorî pirsgirêkên civakî û çareseriyên guncaw ji her du aliyan re dixebitin û dibin alîkar. Rêjeya zewacê gelek bilind bûye. Li hember vê jî berdan jî pir dibe. Ji ber ku civaka me bi kevneşopî û olperestî ve girêdayî ye, di van qalibên nexweş û seqet de maye û dibe sedema berdanê. Her wiha civaka Rojhilata Navîn her tim jin kêm dîtiye û aliyê sûcdar û bê maf jî her jin e. Dema ku berdan çêdibe bi nêrîneke ne baş ji aliyê civakê ve li jinê tê nêrîn û tenê jin tê cazekirin.”

Avşîn ÎBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*