180 dibistanên Eyn Îsa tên vekirin

0
31

Komîteya Perwerdeyê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî 180 dibistên navenda navçeyê û gundewarên wê tamîr kirin û ji aliyê pêwîstiyan ve ji bo sala nû ya xwendinê amade ye. Her wiha 400 mamosteyên ku dersan bidin 3 hezar xwendekar, hatine amadekirin.
Di encama kiryarên çeteyên DAIŞ`ê de, li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê zêdeyî 5 salan dibistan nehatinbûn vekirin û zarok ji perwerdeyê hatibûn, mehrûmkirin.
Tê payîn ku di 18`ê vê mehê de sala nû ya xwendinê li kantona Girê Sipî û navçeyên wê werê destpêkirin.
Piştî navçe ji aliyê YPG`ê ve hate rizgarkirin, gelek saziyên navçeyê hatin. Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî jî navendeke xwe li navçeya Eyn Îsa û ji bo sala nû ya xwendinê kete nav liv û tevgerê.
Di vê çarçoveyê de, Komîteya Perwerdeyê 400 mamoste li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê amade kir, da ku 3 hezar zarokên navçeyê û gundewarên wê perwerde bikin.
Her wiha Komîteya Perwerdeyê 4 dibistan li navenda navçeyê û 176 dibistan jî li gundewarên wê sererast kirin û pêwîstiyên wan bi cih anîn.
Endamê Rêveber ê Komîteya Perwerde ya Eyn Îsa Ucêl Îdan, destnîşan kir ku ji bo zarok di bin şert û mercên baş de perwerde bibin , wê bi hemû hêza xwe bixebitin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*