820 mamoste amade ne

0
40

Peymangeha Şehîd Roşîn û şehîd Ehmed Yasîn ya amadekirina mamosteyan di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwedeyê de du dewreyên perewredeyê bi tevlîbûna 820`ê mamosteyî bi dawî kir.
Akademiya şehîd Roşîn dewrreya perewrdeyê bi tevlîbûna 100 mamosteyî da destpê kirin, her wiha Peymangeha Şehîd Ehmed Yasîn dewreya xwe ya ku beriya du mehan dabû destpêkirin bi tevlîbûna 720 mamosteyî hate lidarxistin. Herdû dewre bi dawî bûn û êdî 820 mamoste amadene ku li dibistanên Girê Spî dersan bidin.
Mamosteyên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin wê xwendekarên Kantona Girê Spî di sala xwendinê ya nû de perwede bikin.
Komîteye Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a Girê Spî li Peymangeha Şehîd Ehmed Yasîn a li taxa Îskan a bajarê Girê Spî, lidar xist. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû.
Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê SPî Zelîxa Ebdê, Hemdan El Ebid, endamên saziyan, Rêveberên TEV-DEM`ê, Rêveberên Kongreya Star, nûnerên KPC-Demokratîk, fermandarên YPJ/YPG`ê, Erka Xwe Parastin, Asayîş û bi dehan mamosteyên Kantona Girê Spî, beşdarî merasîma dawîkirina dewreyê bûn.
Di merasîmê de Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Girê Spî Zelîxa Ebdê axivî û bal kişand li ser rola mamosteyan ya avakirina nifşên nû û anî ziman ku perwerde û pêşxistina şagirtan erkê mamosteyan e.
Di berdewama merasîmê de Endamê KPC-Demokratîk Kamîran Îbê bi navê Peymangeha Şehîd Roşîn û bi navê Peymangeha Şehîd Ehmed Yasîn Mihemed Derwîş, axivîn û soza berdewamiya kar û xebatê û pêşxistina perwerdeyê dan..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*