Mihrîcana Sêyemîn ya zarokan didome

0
48

Mihrîcana sêyemîn a zarokan ku di bin duruşmeya “werin em bi hevre zarokatiya xwe bijîn” li bajarê Rimêlanê bi beşdariya komên dîlan û stranan yên zarokan berdewam dike. Komên bajaran hunerê xwe pêşkêş dikin û zarok eleqeyeke mezin nîşanê mîhrîcanê didin.

Di bin dirûşmeya ″Werin em bi hevre zaroktiya xwe bijîn″ 3′yemîn mihrîcana Zarokan ya ku dest pê kir, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tigran a bajarê Rimêlanê berdewam dike.
Di Mihrîcana Sêyemîn ya Zarokan de piştî komên Qamişlo û Şengalê yên dîlan û stranan bi pêşkêşkirina hunerên stran û dîlan yên komên Qamişlo û Amûdê berdewam kir.
Di roja 3′yemîn a mihrîcanê de komên Amûdê ″koma Agirî û Şehîd Delîla yên stranê, koma Can Welat a dîlana folklorî ya herêma Gimgimê ya Bakurê Kurdistanê″ û komên Qamişlo ″koma Canda Şoreş a stranê, koma Şehîd Hebûn a ji herêma Girbawî dîlaneke folklorî ya herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê, her wiha koma Şehîd Serhed a stranê″ hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di mihrîcanê de, nêzî 700 zarokên ku di nava 50 komên hunerî de cih girtine, beşdar bûn..ANHA-Rimêlan

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*