Hilbijartin û helwesta partiyan

0
46

Li Rojava û tevahiya bakurê Sûriyê gelê kurd, ereb, suryan, asûr, tirkmen, çerkez bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê mohra xwe li dîrokê dixin. Gelên ku heta roja îro ji aliyê hêzên hegemonîk û hêzên li herêmê ve diketin qirika hevdû û dijminantiya hev dikirin, di roja îro de bi paradîgmaya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn careke din ji mirovahiyê re pêşengtiyê dikin. Li gel serkeftinên eskerî di warê siyasî û civakî de jî roj bi roj sîstema xwe dide rûniştandin û tê dîtin ku di serî de ji çareseriyên pirsgirêkên li Sûriyê û ji tevahî Rojhilata Navîn re modela herî guncav a çareseriyê ye.
Çareseriyên ku ji aliyê hêzên hegemonîk û hêzên li herêmê ji bo pirsgirêkên gel tên pêşxistin ji rastiya civakê dûr in. Hîn jî mirov vekirî bêje esas tu projeyên wan ji bo çareseriyeke demokratîk ku hemû gel, çand û civakên li Sûriyê weke azad û biratî bijîn nîne. Ji hêzên hegemonîk koalîsyona navneteweyî ji ber ku berjewendiyên xwe esas digirin li gorî dengeyan dimeşin. Ev yek jî nahêle ku çareseriyek mayinde pêş bikeve. Ji ber ku li gorî dengeyan tevdigerin heta niha projeyên wan ên çareseriyê ji bo bakurê Sûriyê û tevahiya Sûriyê çi ye, ji aliyê raya giştî ve tam nayê zanîn. Rûsya berjewendiyên xwe di berjewendiyên rejîmê de dibîne. Ev yek jî nahêle ku ji bo Sûriyeke nû û demokratîk xwedî projeyeke rast bin. Hêzên netewe dewlet û olîgarşîk ên herêmê jî li ser dijminantiya gel, civak, ol û mezheban dixwaze hebûna xwe berdewam bikin. Tam jî di rewşeke wisa kaotîk de girîngiya çareseriya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê roj bi roj zêdetir dibe û ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku çareseriya tekane ye. Bi sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê gelê kurd, ereb, suryan, asûr, tirkmen, çerkez dibin xwedî îrade û xwe bi rêve dibin. Ev sîstema ku zêdetirî sal û nîvekê dihat rêxistinkirin êdî ji aliyê gel ve bi hilbijartina rêveberên xwe ew ê derbasî qonaxeke din bibe.
Bi hilbijartinên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê re civak ew ê ji xwecihî rêveberiya xwe diyar bikin û ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan pêş bixin. Di vir de roleke mezin dikeve ser milên partiyên ku di hilbijartinê de cih bigirin. Ji bo vê ji aliyên 22 partiyan ve bangawaziyek çêbû ku hemû partiyên li bakurê Sûriyê tevli hilbijartinan bibin. Ev bangawaziya 22 partiyan bêguman di serî de ji PDK-S û ENKS’ê re ye. Mirov hez dike û hêvî dike ku PDK-S û ENKS jî dev ji ew siyaseta xwe ya heta roja îro ku xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake berdin. PDK-S û ENKS bi van hilbijartinan re birastî di dîrokê de rûpeleke nû vekin. Hilbijartin ji bo PDK-S û ENKS’ê jî derfetek nû ye. Hemû pirsgirêk û nakokiyên rêxistinên kurd ên navxweyî her çi bin, ev hilbijartin û gava dîrokî bibe sedem ku ber bi çareseriyê ve biçe. Pêwîst e rêxistinên kurd li hemberî ev pêvajoya dîrokî û derfetên di roja îro de derketine holê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Erkên xwe yên neteweyî pêk bînin û di vê pêvajoya dîrokî de ji daxwazên gel re bibin bersiv.

Hesen KARASÛNGÛR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*