Bi rêya tecrîdê tiştek çareser nabe

0
37

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan bal kişand li ser rewşa birayê xwe û da zanîn ku bi tecrîdê tiştek çareser nabe û tenê birayê wî dikare krîza li Tirkiyê û Rojhilata navîn çareser bike. Mihemed Ocalan got; “em bi ti awayî agaiyê ji Rêber Apo nikarin bigirin. Em nizanin saxe an na.”

Mehmet Ocalan bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi rêya tecrîdê tiştek çareser nabe. Ev meseleya bûye kangren, tenê ji aliyê Apo ve dikare bê çareserkirin.
Mehmet Ocalan anî ziman, ku ev saleke ew bi ti awayî agahiyê ji birayê xwe nagirin, lewma bi fikar in. Mehmet Ocalan got, haya wan jê nîne bê dijî ya najî.
Ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve, ku herî dawî Mehmet Ocalan pê re rûnişt, bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.
BI TI AWAYÎ AGAHIYÊ JI OCALAN NAGIRE
Birayê Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku ev saleke bi ti awayî agahî ji Ocalan negirtine, lewma ew bi tirs û fikar in. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku nizanin bê ka birayê wan sax e yan na. Ocalan bibîr xist ku hikûmxwarî be û girtî jî be hevdîtin mafê wan ên bingehîne û got: “Dewlet rê nade hevdîtinê. Ti feydeya tecrîdê ji bo Tirkiyê nîne. Mafê qanûnî yê hevdîtinê yê malbatê tê desteserkirin.”
ÇIMA BÊDENGÎ ?
Ocalan wiha dewam kir: “Ji 3 salan carekê me hevdîtin kiriye. Di serî de bang li Kurd, Tirk û hemû gelan dikim. Ev sûcekî mezin e. Li Rojhilata Navîn xwîn diherike. Ji bo rawestandina xwînê hezeke mezin a Birêz Ocalan heye. Hevdîtin ku mafê bingehîn ê malbatê ye, tê astengkirin. Çima bêdeng dimînin?”
BI TECRÎDÊ
ÇARESERÎ NABE
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê bi lezgîn tecrîd bê rakirin û ji bo xwîna tê rijanandin bê rawestandin divê mafên demokratîk bên bikaranîn. Ocalan diyar kir ku rêya Îmralî bê vekirin wê rijandina xwînê bisekine. Mehmet Ocalan, bang li Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê kir û wiha pêde çû: “Bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk re em dikarin rêya Îmralî vekin. Dibe ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser bibe. Bawerim rewşa li Rojava niha vegeriyaye kangrenê. Eger bi Ocalan re hevdîtin pêk were, rewşa li Rojava wê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Bi tecrîdê ti tişt çareser nabe.”
YÊ ÇARESER BIKE
APO YE
Ocalan ê ku beriya salekê hevdîtin bi birayê xwe re kir, bi bîr xist, ku Ocalan gotiye, “Eger dewlet bixwaze dikare pirsgirêka Kurd di nava 6 mehan de çareser bike. Li gel hevalên li vir projeyên me yên çareseriyê hene.” Mehmet Ocalan got: “Di wê hêviyê de me ku ne dereng zû rêya hevdîtinê bê vekirin. Yê vê mijara ku bûye kangren çareser bike, Apo ye. Heyeta Îmraliyê dikare çereser bike. Bandoreke mezin a Birêz Abullah Ocalan li ser her kesî heye. Wê Qendîl jî lê guhdarî bike û her kes jî. Di wê hêviyê de me ku hikumet û dewlet jî guh bide me û bi zû rêya Îmraliyê veke. Bi lezgîn ev xwîn bê rawestandin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*