Parlamentoyê qanûna referandumê qebûl kir

0
32

Parlamentoya Katalanan digel dijberiya Madrîdê jî qanûna referanduma serxwebûnê ku di 1ê Cotmehê de li dar bixe qebûl kir.
Parlamentoya Katalonyayê piştî nîqaşên dirêj a 11 seetan 72 parlamenteran ji bo lidarxistina referanduma serxwebûnê deng da û 63 parlamenteran jî bo yekîtiyê deng dan.
Hikûmeta Îspanyayê di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ji bo biryara Parlamentoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê ya referanduma serxwebûnê asteng bike hinek amadehî kiribûn. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy jî got: “Heke qanûn were qebûlkirin em ê serî li dadgehê bidin û li hemberî siyasetmedarên ku tevlî biryara referandumê bibin jî em ê gavên hiqûqî bavêjin.”
Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont jÎ di axaftina xwe de got: “Heke dengdêr di mijara veqetandinê de biryarê bidin Katalonya di nava çend rojan de wê serxwebûna xwe ragihîne û ji Îspanyayê veqete.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*