McGurk: Wê karwanê DAIŞ’ê negihêje Iraq’ê

0
31

Nûnerê Taybet yê têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk kerwanê DAIŞ’ê ku ji Libnanê gihîştine Iraqê derewand.
Di encama lihevkirineke di navbera Hîzbullah a Libnanê û DAIŞ de, çeteyên DAIŞ’ê bi karwanekî otobusan ji Lubnanê ji bo derbasî Iraqê bibin ber bi Dêrezorê ve bi rêketibûn. Herwiha hêzên koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike dijberiya xwe ya rêkeftinê ragihandibû.
McGurk li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û diyar kir ku, “Liser karwanê terorist a DAIŞ gelek zanyariyên nerast belav dibin. Karwan negihiştiye Iraqê û dê negihije jî. Otobusên wan di çolê de asê mane, lê xwarin û vexwarina wan hene.”
Tê texmînkirin ku di karwanê DAIŞê de 300 milîtan hene û biqasî 300 jin û zarok jî di karwan de ne.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*