Gelo dostên berê dibin dijminê hev ?

0
16

Krîza di navber dewleta Alman û dewleta Tirk de roj bi roj kûrtir dibe. Serokwezîra Alman Merkel anî ziman ku ew tu carî nebuye alîgirê endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê. Her wiha li gor anketekê ku kanala dewleta Alman ARD’ê daye kirin ji sedî 90 welatiyên Alman dixwazin li dijî Tirkiyê polîtîkayeke tund were meşandin.

Li gorî anketeke ku Kanala dewletê ARD’ê da kirin, bi qasî 90 ji sedî yê gel dixwaze, li dijî Tirkiyeyê polîtîkayeke tund û bi biryar bê meşandin.
Li gorî anketa ARD-Deûtschlandtrend, ku ji aliyê şîrketa Înfratest Dîmap ve tê kirin û her meh tê weşandin, 84 ji sedî yê Elmanan dibêjin, cihê Tirkiyeyê li nava Yekîtiya Ewropayê nîne û divê tevlî yekîtiyê neyê kirin. Tenê 12 ji sedî yê Elmanan dibêjin, di dema navîn û dirêj de Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropayê dikare bê qebûlkirin.
DIXWAZIN ‘SEKNEKE BI BIRYAR’ WERE NÎŞAN DAN
Li gorî anketê, bi qasî 90 ji sedî, helwesta Serokwezîr Angela Merkel û hikumeta koalîsyonê ya li dijî Tayyîp Erdogan û AKP’ê kêm dibînin.
88 ji sedî dibêjin, divê hikumeta Elman di mijara Tirkiyeyê de ‘polîtîkayeke hê bi biryar’ bişopîne. Ev rêje li gorî meha Sibatê bi 5 pûnan zêde bû.
77 ji sedî yê Elmanan jî dixwazin, pêkanînên aboriyê yên li ser Tirkiyeyê bi cih werin anîn. 80 ji sedî jî dixwazin, tevî van hemû pêkanînan jî divê di pozîsyoneke ku ‘ji diyalogê re amade ye’ bisekinin.
MIN PIŞTGIRIYA ENDAMTIYA TIRKIYÊ NEKIR
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di hevpeyvînekê de ragihand ku di civîna cotmehê ya Zîrweya Serokên Yekîtiya Ewropayê de em ê endamtiya Tirkiyê binirxînin.
Merkel got; “Biryara rawestandina têkiliyan tenê em dikarin di zîrweyê de bistînin. Muzakereyên endamtiya Tirkiyê min ji serokwezîrê berê Gerhard Schroder dewr girtin û heta niha min ticarî piştgiriya Tirkiyê ya endamtiya Yekîtiya Ewropayê nekiriye.”
Merkel di berdewamiya axaftina xwe de mijara hemwelatiyên Alman ku li Tirkiyê di girtîgehê de ne nirxand û got: “Hetanî ev bûyerên ku ti eleqeya wê bi dewleta hiqûqî re tuneye biqewimin behskirina Tirkiyê ya endamtiya Yekîtiya Ewropayê ne cihê axaftinê ye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*