Zanîngeha Reqayê hat rizgarkirin

0
21

Di çarçoveya operasyona Rizgarkirina Reqayê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) zanîngeha bajêr hate rizgarkirin. Zanîngeh ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû girtin û piştî 5 salan şervanên YPJ’ê ketin nava zanîngehê.
Pêngava rizgarkirina Reqayê ya şervanên QSD’ê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, di roja 96’an de ye. Şerê navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê li navenda bajêr diqewime dijwartir dibe. Şervanên QSD’ê li eniyên rojhilat û rojava her bi pêş ve diçin. Hêzên Sûriya Demokratîk bi qasî 70 ji sedî yê bajêr kontrol kirine. Zanîngeha Reqayê ya li aliyê rojhilat jî hate rizgarkirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*