22 partiyên siyasî piştgirî dan hilbijartinan

0
19

22 partî û tevgerên siyasî yên Bakûrê Sûriyê daxuyaniyek hevbeş dan û destnîşan kirin ku hilbijartin ji bo gelên bakurê Sûriyê firsendeke girînge û ev fersend dikare ji bo pêşeroja Sûriyê bi awayekî erênî were bikaranîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
ʺBi salan gelê me di bin sîstemeke dîktator û înkarê de jiyan kir û nikaribû nûnerên xwe yên meclîsan pêşinyar bike. Lê gelê me ji bo demokrasî û azadiya xwe gaveke girîng avêtin projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ragihandin. Ev gaveke gelek rast û di cih de bû. Her wiha gelê me bi saya berxwedanên lehengî gelek destkeftî bi dest xistin.
Pêngava hilbijartinan ku wê di 22`ê îlonê de dest pê bike, dibe destpêka rast a parastina van destkeftiyan û beşdarbûna van hilbijartinan erkekî niştîmanî û exlaqî li ser milê her kesê ku rihê berpirsyariyê li hemberî gel û tecrûbeya Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê, hîs dikin e. Herwiha tecrûbeya Rêveberiya Xweser ku tevî hemû zehmetiyan li hemberî her kesî derdikeve û erka xwe ya li hemberî gelê Rojava-Bakûrê Sûriyê derdikeve ye. Karê rêveberî û komînan pêş de ji bo ku em kesên guncaw pişinyar bikin, em dibêjin ku hilbijartinên ku di demên pêş de pêk werin wê bibin ewlekariya mezin a gelê me. Em bibîr dixin ku hemû partî û rêxisitnên ku xwe di şoreşa Rojava de dibînin dikarin rola xwe ya demokratîk bilîzin û di van demên dîrokî de, erka xwe ya niştîmanî pêk bînin.”
Partiyên ku daxuyanî dane:
1-Partiya Modernîte û Demokrasiyê ya Sûriyê. 2-Partiya Yeketiya Demokratîk(PYD). 3-Partiya Kesek a Kurdistanê. 4-Partiya Yeketiya Suryaniyan. 5-Partiya Yeketiya Demokartîk Kurd li Sûriyê (Yekîtî). 6-Partiya Çep Kurd li Sûriyê. 7-Partiya Guhartin a Kurdistanê. 8-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê. 9-Partiya Hevgiritna Niştîmanî ya Kurdistanê. 10-Tevgera Îslah. 11-Desteya Niştmanî ya Ereban. 12-EL-Bartî Demokratîk Kurdistanê – Sûrî. 13-Yeketiya Libral a Kurdistanê. 14-Partiya Çep Demokratîk Kurd li Sûriyê. 15-Partiya kedkaran Kurdistanê. 16-Partiya Guhartinê Demokratîk a Kurdistanê. 17-Partiya KKP`ê. 18-Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê. 19-Partiya Aşûrî ya Demokratîk. 20- Partiya Demokratîk Kurd li Sûriyê (EL-Bartî). 21-Partiya Biratî ya Kurdistanê.. 22- Partiya Nûkirinê ya Kurdistanê.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*