Kongreya Damezrêner a Jinên Sûriyê hat lidarxistin

0
39

Kongreya Demzrêner a Meclîsa Jinên Sûriyê bi amadebûna 150 delegeyî yên ji hemû jinên pêkhateyan li bajarê Minbicê hat lidarxistin.
Bi dûrişmeya”Jina rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk e” Kongreya Damezrîner a Meclîsa Jinên Sûriyê li eywana civînan a Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Minbicê, hate hat lidarxistin.
Di Kongreyê de tevî nûnerên jin yên hemû herêmên Sûriyê, hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv, Hevseroka herêma Cizîrê Hêva Erebo û hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed jî amade bûn.
DIVÊ ALOZÎ BINGEHÎN WERE ÇARESERKIRIN
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed axaftina vekirinê ya Kongreyê kir û anî ziman ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareserkirineke bingehîn û destûreke nû ya ku mafê tevahiya gelên Sûriyê biparêze heye.
Îlham destnîşan kir ku jina niha ya Sûriyê ne wekî ya berê ye ku desthildariya mêr ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û diyar kir ku tiştên di heft salên borî de li ser jinên Sûriyê hatin kirin, encams zihniyeta bi hezaran salan ku li ser jinê hatiye, ferizkirin bû û wiha pê de çû: “Tiştên ku niha li Sûriyê rû didin encama zihniyeta desthildar a mêr û sîstemên berê ne. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi guhartinekî bingehîn heye û armanca me jî avakirina Sûriyeke bi çanda jinê ya demokratîk e”.
Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi çareserkirineke bingehîn heye û da zanîn ku ev jî bi rêya destûreke bingehîn ya nû ku mafê hemû pêkhateyan biparêze dikare pêk were.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*