Li Bakurê Sûriyê qonaxeke nû dest pê dike

0
20

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçe û bang li gel kir ku kesê guncav yê karibin temsîla gel bikin, ji bo hevserokatiya komînan hilbijêrin.

Endamê Desteya Rêver yê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di civîna ku li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo ji malbatên şehîdan hate lidarxistin de axivî.

Xelîl di axaftina xwe de behsa rola şehîdan di şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê de kir û got: ʺbi saya têkoşîna şehîdan me gelek destkeftî bi dest xistine.ʺ

Xelîl, bal kişand li ser rewş û pêşketinên li  Bakurê Sûriyê jî wiha dewam kir: ʺEm êdî ber bi qonaxeke nû ve diçin. Sîstema desthilatdariyê wê bê guhertin. Wa sîstema Federal tê avakirin û her kes dikare nerîna xwe bêje û di rêveberiya xwe de cih bigre.ʺ

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl Di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyên herêmê kir ku berê xwe bidin ser sindoqên hilbijartinan û nûnerên xwe bi dengê xwe diyar bikin.ʺ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*