Gelê Rojhilat serî natewîne

0
41

Rêjîma Îranê jî daye li ser riya dewleta Tirk û li dijî Kurdan şerekî qirkirinê daye destpê kirin. Nerazîbûnên Kurdan yên li dijî kuştina du kolberên Kurd yên ji aliyê rêjîma faşîst ya Îranê bê navber didome. Duh bi deh hezaran şêniyên bajarê Sinê daketin qadan û êrîşên dewleta Îranê şermezar kirin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî rêjîma Îranê dakete qadan û kuştina kolberên Kurd şermezar kir.
Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên gel yên li dijî kuştina 2 kolberên Kurd ên li Baneyê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya xwepêşdanên gel ên li Baneyê û bajarên din daket qadan.
Xwepêşandêrekî li ser xweşendanê wiha got; “Li ser pêşniyara çalakvanên sivîl ên bajarê Sine me piştgirî da bajarê Baneyê. Li dijî êrîşên rejîma Îranê yên li ser kolberên Kurd me nerazîbûna xwe anî ziman.
Herwiha ji piştî nîvro ve deriyên hemû dikanên bazara bajêr hatine girtin. Hemû rêyên sereke û kolan ji hêzên çekdarî yên rejîmê pir bûne ji bo pêşî li xwepêşandanê bigrin. “
Heman çalakvanî ragihand k rejîma Îranê gelek hêz aniye li bajarê Sine û li nav bajêr bi cih kiriye..ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*