Li Efrînê xebatên xwe parastinê dewam dikin

0
35

Li kantona Efrînê xebatên xweparastinê bê navber didomin û ciwanên Herêma Efrînê bi girseyî beşdarî xebatên parastinê dibin.
Di vê çarçoveyê de 800 şervanên din tevlî dewreya 11`an a Erkaxweparastinê ya Kantona Efrînê bûn.
Dewreya 11ʹan a erka xweparastinê bi merasîmekê destpê kir. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, Serokê Desteya Parastinê û Erka Xweparastinê a Efrînê Behcet Ebdo û Fermandarên YPG`ê û YPJ`ê, di merasîmê de amade bûn.
Di merasîmê de Serokê Desteya Parastinê û Erka Xweparastinê Behcet Ebdo, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa axivî.
Di axaftinan de serkeftin ji hemû şervanan re hate xwestin û hate destnîşankirin ku ev dewreya 11ʹan ku bi beşdarbûna 800 şervanên Erka Xweparastinê hatiye destpêkirin û dê erka parastina gel bigre ser xwe.
Di axaftinan de herwiha êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin û hate gotin ku dê şervan ji bo ku parastina herêma xwe bikin wê herdem amade bin.
Di berdewama merasîmê de şervanan sond xwarin û merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*