Xirabûna av hewayê ziyan da hejîran

0
17

Xirabûna av û hewayê, germaya zêde û qirêjbûna xwezayê bandore li darê fêkiyan jî dike. Hejîrên Sertekê ku li herêmê navdare, îsal bi nexweşiyê ketiye û zirereke mezin daye berhemdarên hejîran.
Gundê Sertek ku dikeve ser bi parêzgeha Diyalayê, li Başûrê Kurdistanê bi hejîrên xwe yên xweş tên zanîn îsal, bi nexweşiyekî ket û çênebûn. Hejîrên Sertek îsal beriya ku tam bigihijin diweşiyan.
Kedkar û berhemdarên baxê hejîran li Sertekê Nebez Horênî sedema nexweşiya ku bi hejîran ketiye, bi guherîna hewayê, qirêjbûna xwezayê û hindek sedemên weke vêya ve girê dide û dibêje; “Ya rastîn ev nexweşî ne tenê li hejîran ketiye, bi hinaran jî ketiye. Hinar jî reş dibin û paşê diweşin.”
Jina bi navê Meryem Rehîm ku bi salane bi karê bax û baxçeyan re mijûle dibêje, “Ti sal mîna îsal berhemê hejîran zêde nebû. Lê mixabin ji ber ev nexweşiya ku derket, ev berhemê zêde hemû têk çû. Eger ev nexweşî nebûya, minê nêzî du ton berhem ji baxçeyê xwe yê hejîran hilberandiba.”
Meryem Rehîm bi bîrxist ku ti projeyeke hikûmetê jî nîne ku vê pirsgirêkê çareser bike.
Li gor gotinên kesên bi bax û baxçeyan re mijûl dibin, gelek herêmên Başûrê Kurdistanê ji bo kirîna hejîran berê xwe didin Sertekê û hejîrên vir derdikevin bazarên Başûrê Kurdistanê. Welatiyê bi navê Faruq Elî ku ew jî bi vî karî re mijûl dibe got; “Hejîrên Sertek li Başûrê Kurdistanê yên herî bi nav û dengin. Ji bo kirîna hejîran, gel ji Silêmanî, Kerkûk, Baquba, Hewlêr û gelek cihên din tên Sertekê. Lê ev nexweşî îsal bandoreke xirab li berhemên me yên hejîran kirin.”
Gundê Sertek dikeve binarê çiyayê Bemo. Li Sertek nêzî 80 bax û baxçe hene. Di piranî baxan de jî hejîr hene. Li gorî gotinên baxçevanan salane berhemê hêjîr li wî gundî digihe 60 tonan…Berhem LETÎF-ROJNEWS

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*