Jiyan li Eyn Îsa’yê ji nûve şên dibe

0
20

Bajaroka Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî a Herêma Firatê piştî ku demek dirêj di bin dagirkerî û zordestiya çeteyan de ma ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin. Niha şêniyên bajarok mil dane hev şopên dagirkeriyê paqij dikin, jiyaneke nû li bajaroka xwe diafrinîn û jiyanê xweş û şên dikin.

Piştî ku bajaroka Eyn Îsa ji bin zordestiya çeteyan hat derxistsin niha jiyan nûve lê asayî dibe û bajarok ji nûve tê rêxistinkirin.
Bajaroka Eyn Îsa’yê piştî ku demek dirêj di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ma ji aliyê şervanên QSD’ê de hat rizgarkirin. Niha şêniyên bajarok mil dane hev û bajaroka xwe ji nûve rohnî dikin û jiyaneke nû lê birêxistin dikin.
Her roja derbas dibe jiyan li bajarok asayî dibe. Welatiyên navçeyê dikanên bazirganiyê, navendên tenduristiyê û buroyên bazirganiyê vedikin. Li bazarên navçeyê hemû pêdiviyên jiyanî têne peydakirin.
Piştî ku rewşa herêmê bi ewle bû, di dema dawî de gelek navend, Meclîs û Saziyên Sivîl (wekî Meclîsên Gel û Şaredariya Gel a Eyn Îsa) li navçeyê hatin vekirin.
Şaredariya Gel di meha Nîsanê de hat vekirin, xizmeta gelê herêmê dike.
Tevgera welatiyan di nava kolan û bazaran zêde ye, welatî bi jiyana azad, kêfxweşin. Bi nêzîkbûna sala nû ya perwerdeyê re jî, amadekariyên vekirina dibistanan têne kirin. Li aliyekî din jî toreyên telefonan piştî 4 salên qutbûnê, ji nûve li navçeyê dixebitin. Her wiha navenda pêşkêşkirina xizmeta înternetê jî hat vekirin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn û HPC′ê ewlehiya herêmê diparêzin. Polîstên Trafîkê jî tevgera trafîkê birêxistin dikin. Her wiha li ketin û derketinên navçeyê jî bendên kontrolê hatine dayîn.
Welatiyên navçeyê dane zanîn ku piştî navçeya wan ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin, gelê wê jiyaneke hevbeş dijîn û bi xwe kar û barên xwe birêve dibin.
Welatiyan bang li aliyên berpirsyar kirin ku bi wan re bibin alîkar û pirsgirêkên tunebûna avê û ceyranê çareser bikin û riyên navçeyê sererast bikin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*