Demokrasiya rast di pêkanîna hilbijartinan de ye

0
19

 Ednan MISTEFA –
Gengeşeyên di derbarê pêşeroja Sûriyê de, her roja ku diçe zêde dibin. Li aliyekî amadekariyên civînên Astan û Cinêv û li aliyê din amadekariyên ji bo rizgarkirina bajarê Dêra Zorê û Idlibê. Wisa diyar dibe ku aliyên vê aloziya Sûriyê kûr dikin û birê ve dibin, ti têkîliya wan bi hêviyên azadiya gelên herêmê re nîne. Ev jî nayê wê wateyê ku gelên herêmê bi taybet gelê pêşeng ê Kurd wê serî biçemînin. Netew û gelên li ser axa Sûriyê dijîn, di 6 saliyên şoreşa rûmetê de, ji bo rojeke azad û jiyaneke birûmet bi sedan şehîd dane. Ji ber vê yekê ne civînên Astana û ne jî peymanên navnetewî dikarin birînên gel bipêçin. Gelê Rojava û Sûriyê, li bajarên weke Heleb, Hema, Hums û bi bakur û başûrê xwe ve di va sala borî de gelek ezmûn derbas kirin. Hemû giranbuhayên xwe dan, rejîmê jî nekarî vîna gel teslîm bigire. Civaka Sûriyê ji ber zihniyeta desthilatdar a rejîma Sûriyê, berê xwe da artêşa azad. Ji ber civak difikirî ku çendîn artêşa azad xirap be, lê ji rejîmê çêtire. Bi demê re gelên Sûriyê naskirin ku herdu jî qirêja yek sergûyê ne. Ango medaliya bi rûyekîne. Ji ber vê yekê di demeke kurt de komên ser bi El- Qayîde ve dest danîn ser hemû nirxên pîroz ên gelê Sûriyê. Ev yek bû sedem ku komên selefî, Cebhet El Nusra û Cund Ellah ên ser bi El-Qayîde û Zerqawî ve, van nirxan dorpêç bikin û bixin xizmeta zihniyeta paşverû ya beriya 1400 salan.
Bi êrîşên hovane yên DAIŞ re ev rastî hîna zelaltir bû. Êrîşî civakê kirin û bi sedan pîr, kal, keçik û zarok terorîze kirin. Bi teroreke dermirovî civaka xwedî şaristaniyeke kevnar a 5000 salan xwestin di serdemeke wiha de tune bikin. Di bingeha nêzîkatiya DAIŞ de, feraseta artêşa azad û ya rejîma Sûriyê heye. Lewra mirov nikare kiryarên rejima Sûrî, komên artêşa azad û DAIŞ ji hevdu cûda bike. Ev feraset ne di xizmeta ol û netewên bi hevre jiyan dikin de ye. Têgîna radîkalîzma îslama DAIŞ û selefiyan dervehî îslamê ti ol û mezheban nasnake. Di heman demê de têgîna faşîzma netew dewelata Sûriyê jî dervehî şovenizma erebî ti netew û pêkhateyan nasnake. Ji ber vê zihniyetê, kiryar, pêkanîn û şêwazên herduyan di encam de dibin yek. Mînaka vê yekê jî di ragihandina Federalîzma Bakurê Sûriyê de xwe daye der. Yên herî zêde li dijî projeya Federalîzmê disekinin û qebûl nakin, rêjîma Sûriyê, “opozisyon” û komên Îslamî yên Selefî û yên ser bi El-Qayîde ve ne. Ev nêzîkatî ne di xizmeta îslamê û ne jî şovenzima ereb de ye.
Li aliyekî din û di çarçoveya pêngava pêşeroja Sûriyê de, tecrûbeya şoreşa Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê ezmûneke mezin girtiye. Ev yek dihêle ku ji gelên li Bakurê Sûriyê dijîn re rihetî û aramiyek peyda bibe. Civaka Sûriyê naskir ku yekane riya xilasbûna ji nîrê zilmê, Federalîzma Demokratîk a Sûriyê ye. Riya wê jî di pêkanîna hilbijartinên demoratîk re derbas bibe. Her wiha hêzên YPG, YPJ û QSD’ê geratorên parastina vê projeyê ne. Derveyî vê yekê behsa çareserî û demokrasî kirin, her tişt vala ye.

SHARE
Previous articleHÛN ÇIMA BÊ DENG IN
Next articleDengdayîn

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*