Dengdayîn

0
19

 Sîpan CAN –

Sîstemên desthilatdar li cîhanê yên ku hegemoniya xwe li ser her tiştî ferz kirine, hêştine ku mirov bê vîn bijîn. Ango, her tişt li gorî xwe dane çêkirin û ji bo berjewndiyên xwe bikar tînin. Ji ber vê yekê di asta hilbijartinan de sîstemekî wiha avakirine ku bikaribin dengên welatiyan ji xwe û berjewendiyên xwe re bihêlin. Hema bêje li gelek welatan wateya hilbijartin û dengdayînê ji cewherê xwe hatiye dûrxistin. Yên dengê xwe didin hertim bi bê baweriyekê re rû bi rû ne. Ango, sîstemên behsa mijarê hilbijartin û dengdayîn ji wateya wê vala derxistine. Encamên dengan û nemzatan li welatên qaşo demokrat vî tiştî piştrast dikin.

Helbet, dema mirov gotina dengdayîn pênase bike, van encaman derdixe, dengdayîn çalakiya ku welatî ji bo nûner û erkdarê kar û barên komînan an jî meclîsan xwe diyar dikine ye. Ji ber wê kesê heq dike deng jê re bê dayîn an jî kesê xwedî rol û misyon di pêşxistina civakê de. Lewma cudahiya di navbera hilbijartinên sîstemên hegemon û sîstema Federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyê de, ew e ku yê yekem ji jor ber bi jêr tê, ango pêwîst nakê civak cihê xwe tê de hebe. Ya duyem jî ya komînan ne, ango vîn û biryar ji koma herî biçûk yê civakê- komînê- de destpê bibe.

Lê; di nava hilbijartinên komînan de ku niha çalakiyên wê li her derê tên rêxistinkirin, mirov çi dibîne? Mirov bêbawariya ku li ba her kesekî ji hilbijartin û dengdayînê bê wate maye dibîne. Bi dehê salan hîs dike ku dengê xwe ti encamê nagire, ji ber ku hertim dengê xwe daye û encam jê negirtiye.

ji bo wê, zayîna nû a hilbijartinên komîn li herêmên me, tecrûbeyek nû ye, bi sedan welatî jî hene hîn wateya komîn û ka bê çima divê dengê xwe bide mirovê rast nizane. Wateya ku çima divê biçe ser sindoqan nizane. Ev jî hemû di encama sedemên ku di destpêka nivîsê hatine diyarkirin de  hatiye nîşankirin. ji ber wê serkeftina hilbijartinên komînan wê rê li ber geşbûna hilbijartin û encamên dewlementir di hilbijatinên meclîs û herêman de veke.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*