Hilbijartinên Komînan

0
24

 Her ji niha ve em JIN berê xwe bidin komînan, komîna xwe ava bikin û pêşeroja xwe mayînde bikin…

Hêvî PÊNABER –

Komîn; bi awayekî exlaqî û azad bi hev re jiyan, li hev xwedî derketin, bi hev re parvekirin, hev parastin û hev mezinkirineke dûrî ezezî û xwe dana ferzkirinê, ango mala biryardariyê ya herî biçûk a xwe rêxistinkirî ku ji gund-gundik, navçe, bajar û herêmên ku bi awayekî xweser xwe rêxistinkirî pêk tê. Bi avakirina komînan hemû xweserî tên parastin û pêşxistin. Bi vê re jî wê gundên ku ji aliyê şaristaniya kapîtalîst ve hatîn talankirin û tepisandin, bibin xwedî îrade.

 

Bi şoreşa Rojava re gelek tişt lerizîn û neçarî guhertinê bûn. Şoreşa Rojava ya ku bi avakirina komînan kevirên wê yên bingehîn hatin danîn, şoreşeke ne ji rêzê; şoreşeke hemdem a gel û pêkhateyên xwe rêxistinkirî ye. Di vê şoreşê de gavên pir mezin hatine avêtin. Vê şoreşê reng û hêzeke giştgir di Sûrî û Rojhilata Navîn de da avakirin, lingekî bingehîn ê vê şoreşê jî avakirina komînan e. Bi îlankirina Xweseriya Demokratîk re hîn bi awayekî pergalkirî avakirina komînan kete rojevê û bi hişmendiyeke jidil li Rojava sazûmaniya Komînan hate rêxistinkirin… Nemaze piştî îlankirina Projeya Pergala Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî hîn zêdetir jinûve rêxistinkirina komînan kete rojevê. Her bi vê armancê û ji bo baştir avakirina pergala komînan wê di 22’ê Îlonê de li her sê herêmên Bakurê Sûriyê (Cizîr, Efrîn û Firatê) ji aliyê gel ve bi awayekî demokratîk hevserokên 3947 komînan werin hilbiljartin. (Li herêma Cizîrê 2669, li herêma Efrînê 435 û li herêma Firatê 843 komîn hene.)

 

Di komînan de pergala hevserokatî

 

Li aliyê din ku em lê binêrin di avakirina komînan de rol û mîsyoneke pir mezin dikeve li ser milê jinê jî. Ji ber ku êdî biryara jiyanê wê ne tenê zilam bidin, biryara jiyanê wê hevbeş be û bi vê hevbeşiyê hevserok ê werin hilbijartin. Eva jî wê di hemû aliyan de hêza biryardariyê bide jina ku herî zêde di van şer û pevçûnan de êş û jan kişandî û bûyî qurbana pergala zilamperêz. Li aliyê din jî jixwe Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Bi avakirina pergala neteweya demokratîk û berfirehkirina komînan re jî wê jin bigihêjin rola xwe ya dîrokî; ku ew jî avakirina civakek azad e. Bingehê civaka azad jî bi îradeya gel avakirina komînên azad çêdibe, komîn jî nûnerên rasteqîn ên herî nêz ên gel in. Bingeh û hevgirtina her civakekê bi avakirina komînan misoger dibe, ne tenê bi avakirinê, divê naveroka komînan jî xwe bispêre ferasetekî azad û hevpar. Bi mijarê ve girêdayî Rêber Apo dibêje: “Pirsgirêka bingehîn a komînan; divê karibin exlaqî û polîtîk bin.” Ji bo wê jî eger komînek ne exlaq û polîtîk be nikare ji êş û janên civaka xwe re bibe derman.

 

Her ji niha ve em jin berê xwe bidin komînan, komîna xwe ava bikin û pêşeroja xwe mayînde bikin… ji bo ku em bi kesayetên azad civakek azad ava bikin; divê em tevlî hilbijartinên demokratîk bibin û bi vê jî deng û rengê jina azad mezintir bikin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*