Di rêya Ebû Emced de meş

0
56

 Qasim ENGÎN –

 

Di dîroka mirovahî de her tim kêliyên gelek girîng hene. Û eger di kêliyên wiha girîng de hinek kes derbikevin û ew barê giran ji bo gişti civak û gelan bigirin ser xwe, rasti jî ew keliyên gelek girîng him bi wate dibin û him jî  mirovahî di wan kêliyan de bê ku pirsgirêkên giran bijîn derdikeve rastiyê.

Îro li Suriyê de kêliyên wiha girîng diqewimin. Tam jî dema ku lahzayên wiha jiyan dibin kesên wek Ebû Leyla û Ebû Emced him ji bo Sûriyê, him ji bo Federasyona Bakûrê Sûriyê û him jî ji bo Rojava dibin hêvî, paşeroj û her wiha dermanên dilan. Em dizanın ku kêliyên dirokî kesên dirokî ji bo pêşveçûyînên dirokî derdixin pêş.

Dema ku Rojhilata Navîn di krîz û qeyranek mezin de derbas dibe, kesên wek Ebû Leyla û Ebû Emced bi sekna rast a biratiya gelan û bi seknên wêrek û canbaxşane dibin ronahi, dibin çira da ku ev qeyran û krîzên heyîn bi rê û rêbazên rast werin çareser kirin.

Rojhilata Navin bi nexweşiya netew dewlet hat jehr kirin. Encama vê jehr  kirinê gelek rengên cuda yên vê erdnîgarî kirin dijminê hevdû. Qirkirin, kuştin hemû li ser vê rastiye ku şaş hatibû hûnandin pêşket û heta roja îro em anîn. Lê em bizanin ku hatina heta roja îro bi xwin, bi şidet û her wiha bi gelek êş û kelem bû.

Erê, tam di kêliyên girîng yên dirokî de kesên wek Ebû Leyla û Ebû Emced bi hevaltiya xwe a bêhempa hîmek nû a xwîşk û biratiya gelan avêtin. Di kesatiyên xwe de xwîşk û biratiya gelê ereb û kurd hûnandın, neqişandin. Jiyanek nû a komunal ango hevpar afirandin.

Wek li jor me anibû ziman, dema ku kêliyên dîrokî de kes wateya wê kêliyê di kesatiya xwe de hîs bike, bide jiyandin rasti, ew hîs kirin dikare bibe hêviya gelan, paşeroja gelan û her wiha di kesatiyên wiha de bibe bendawariyek bêhempa.

Wê manê de, dem tam jî dema ku herkes rêya Ebû Leyla û Ebû Emced ji xwere esas bigire ye.

Gelo ev rêya çiye? Ev rêya çi rê ye ku mirovên wek Ebû Leyla û Ebû Emced bi ewqasi coş xwe tevlibikin û heta bibin pêşengê vê rêyê?

Em pir vekirî bêjin ku; ew rêya rêya evîndariya azadî û wekheviyê ye.  Rêya biratî û xwişktiya gelan e. Rêya baweri bi jiyana hevpar a gelan e. Ango baweri bi xeta netewa demokratik li ser esasa Xweseriya Demokratik e. Û heta baweri bi jiyana hevpar a li ser esasa Konfederaliya Demokratik e.

Eger rasti ev bibin-ji xwe rasti ev in- wê demê pêwîstî heye ku serî de heval û dostên Ebû Leyla û Ebû Emced û her wiha yên ku bi wan re mil bi mil li hember DAİŞ’ê şer kirin, xwe li ser xeta Ebû Leyla û Ebû Emced bikin yek û ji bo jiyanek a hevbeş a gelan tekoşîn bikin. Bêguman serî de jî ji bo xwişktî û biratiya gelê Kurd û Ereb têbikoşin.

Girêdan, evîndarî, hezkirin, soz û peyman ji Ebû Emced û Ebû Leyla re, ma ne ev e?

 

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*