Amadekariyên piştî DAIŞ’ê tên kirin

0
40

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn diyar kir ku bi têkbirina DAIŞ’ê re hêzên herêmî û cîhanî dest bi amadekariyên serdema piştî DAIŞ’ê kirine.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn diyar kir, bi şikandina hêza DAIŞ’ê re nakokiyên hatibûn nixumandin ji nû ve der didin û destnîşan kir, ku hêzên herêmî û navneteweyî dest bi amadekariya serdema piştî DAIŞ’ê kirine.
NÊZÎKATIYA RÛSYAYÊ YA LI SÛRIYÊ
Altûn bal kişand ser rol û nêzîkatiya Rûsyayê ya li Sûriyê got, ya ku Rûsya dixwaze bike ew e ku sîstema netewe dewletê ya berê ya Sûriyê ji nû ve ava bike, mûxalefetê têk bibe, ya jî li derveyî sîstemê bihêle.

KURD JI XETA XWE VENAGERIN
Riza Altûn destnîşan kir, ku nêrîna Rûsyayê ya li Kurdan ‘dijminane’ nîne, lê belê gelekî pozîtîf jî nîne. Altûn wiha axivî: “Heta jê tê hewl dide di berdêla mafên erzan de Kurdan entegreyî rejîmê bike û bike rejîm karibe xwe li ser îfade bike. Gava ku vê siyasetê dike, hin hêzan jî bi kar tîne. Ji aliyekî ve bi rêya Tirkan gefê dixwe, timî derfetan dide Tirkan û bi tirsa wan hewl dide Kurdan bi rejîmê ve girê bide. Kurdên li wê derê bi tirsa Tirkiyê ji xeta xwe venagerin. Projeya Kurdan heye. Sûriya Federal a Demokratîk û Federasyona Bakurê Sûriyê pêngaveke girîng e.”

LI SÛRIYÊ AKTORÊN BINGEHÎN
Riza Altûn bi bîr xist, ku demeke dirêj e li Sûriyê şerekî giran heye, lê di heman demê de lêgerîn jî derdikevin holê û got, “Şerê li Sûriyê hinekî sar dibe. Bi taybetî bi qelsbûn û têkoşîna DAIŞ’ê re, ew hêzên ku navê mûxalefetê li wan dikin li cihekî hatin komkirin, El Nûsra û tevgerên mîna wê li nava xwe qurcifîn û mûxalefeta berê bi destê Sûîdiyan hate tasfiyekirin. Rewşeke welê derdikeve holê ku rejîma Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Amerîka û Rûsya aktorên sereke ne. Ev hêz ya wê li Sûriyeyê bikevin nava şerekî mezin, ya jî ev hêzên navborî wê heta astekê bikevin nava lêgerîna lihevkirinê.”

DIVÊ REWŞEKE NÛ DERKEVE HOLÊ
Riza Altûn diyar kir, ku divê êdî rewşeke nû derkeve holê û ev tespît kir: “Di çareseriya meseleya Sûriyê de pêwîstî bi lêgerînên nû heye. Di rûdana van lêgerînên nû de gotineke giştî ya weke ‘Rojhilatê Firatê û Rojavayê Firatê’ tê bikaranîn. Li aliyekî Amerîka û hêzên QSD’ê lê gelekî bi bandor in, li aliyê din jî rejîm, Rûsya, Tirkiye û Îran lê hene. Li ser xeteke bi vî rengî ya sînor li hev hatibe kirin jî, ev lihevkirin ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê weke gava destpêkê hatiye nirxandin. Di vir de ya wê rastiyeke Sûriyê ya ber bi çareseriya siyasî ve diçe derkeve holê, ya jî wê şer di asteke cuda de ji nû ve dest pê bike. Dema mirov li pratîkê dinerin; ji hevdîtinên navbera Amerîka û Rûsyayê şopên vê yekê tên dîtin. Lê belê car carna krîz kûr dibe û gefên welê tên xwarin, ku dikarin veguherin şer.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*