Li Dêra Zorê çi dibe.? -1 –

0
25

Beriya em behsa bûyer û pevçûnên li bajarê Dêrazorê diqewimin bikin, divê em behsa girîngiya bajêr û erdnîgariya wê bikin. Bajarê Dêrazorê yek ji bajarên herî stratejîk û mezin li ser çemê Firatê ye, her wiha bajarê ku du welatên Ereb ên cîran Sûriyê û Îraqê bi hedvu dide girêdan û di nava gelê herêmê de nav li bajarê Dêrazorê tê kirin ku “Dergeha Ber bi Rojhilat” ve. Dîsan Dêrazorê xwedî wê girîngiyêye ku navbera bajar û bajarokên Bakur, Başûr û Rojava ve girêdide. Bajarê Dêrazorê di warê şaristaniyê de xwedî dîroka dirêjê ku para xwe ji şaristaniya Mezopotamiya girtiye. Bajarê Dêrazorê di serdemên cûda yên dîrokê de malovaniya Kurdan jî kiriye, bi taybet di serdema Selaheddîn Eyubî de Kurdan ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê û Îraqê navenda Dêrazorê weke cihê herî bi ewle ji bo xwe hilbijartin.
Şer û qewimînên li bajarê Dêrazorê nîşan didin ku aloziya Sûriyê ji qonaxeke herêmî derbasî qonaxeke navnetewî bûye. Ango pirsgirêka Sûriyê û çareseriya wê asta Sûriyê derbas kiriye. Amerîka, Rûsya, Îran, Sûriyê û Kurd li ser Dêrazorê di pêşbaziyê de ne. Ji aliyekî Hêzên hevpeyman û QSD di çarçoveya kontrolkirina bakur û rojhilatê çemê firatê û beşek ji bajar, ji aliyê din ve jî rejîma Sûriyê, Îran û Rûsya dixwazin başûrê çemê firat û navenda bajêr kontrol bikin. Her çendî hemû hêz di bin sîwana du cemseran (qutip) de tên tasnîfkirin jî, lê her aliyek ji van hêzan xwedî projeyeke cûda ye. Amerîka ji bo projeya xwe ya bi navê “Rojhilata Navîn a Mezin” bibe serî pêwîste di herêmê de xwe bi cih bike û mutefîkên nû ava bike. Her wiha Amîraka dixwaze di Sûriyê de xeletî û şaştiyên di sala 2003an de li Îraqê kirine taybet li Dêrazorê dubare neke. Rûsya jî dixwaze ew xwîna di serdema şerê sar de wenda kiriye, careke din vegerîne. Ji ber vê yekê li Sûriyê kete nava liv û tevgereke beriya wê nehatiye dîtin. Li Laziqiyê piştî bicihkirina sîstema Parastinê ya S400 a fûzeyan, peymaneke bi 49 salan ji bo navenda leşkerî ya Himêmîm mor kir. Daxwaza Rûsya ya kontrolkirina Dêrazorê, avakirina navendek leşkerî û bicihkirina sîstema parastinê mîna ya Himêmîm li çûla Sûriyê ku navenda wê bajarê Dêrazorê ye. Bi vê yekê Rûsya dixwaze hebûna xwe li Sûriyê mayinde bike.
Rewşa Îranê di girtina bajarê Dêrazorê de cudayî yê Amerîka û Rûsyayê ye. Rûsya û Amerîka bi mebesta parastina berjewendiyan, li Dêrazorê xwe mecbûrî şer dikin, lê Îran ji bo statuya xwe li Rojhilata Navîn biparêze vê yekê dike. Ji bo Îranê Dêrazorê xeleka zincîra di navbera Sûriyê, Lubnan, Îraq û Îranê de ye. Kontrolkirina Dêrazorê ji aliyê Îranê ve tê wateye ku xewna “Wîleyetê Feqîh” a sedsalan pêk tê. Ango girtina Dêrazorê ji bo Îranê pêkanîna projeya “Hîlala Şî’iye”.

Ednan MISTEFA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*