Encamnameya Kongreya 8. a KCD’ê hate eşkerekirin

0
20

Di encamnameya Kongreya 8. a Asayî ya KCD’ê de hat ragihandin, ku Ocalan garantiya azadî, wekhevî û aştiyê ye.
Di encamnameya kongreyê de ev tişt hatin gotin:

TECRÎD DARBEYA LI DIJÎ GELÊ KURD E
“8’emîn kongreya me ya KCD’ê; li hemberî hewldana darbeya sivîl a AKP’ê ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê bi têkoşîna hevpar a hemû beşên civaka vala hat derxistin û xwest bi Rewşa Awarte û biryarnameyan faşîzmê xurtir bike, bangewaziya bilindkirina têkoşîna demokrasiyê û tevkariyê li hemû hêzên demokratîk kir.
8’emîn kongreya me ya KCD’ê; bi bîr xist ku ji bo polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê meşandin bi encam bikin, zêdetirî 2 sal in bênavber li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşînin û vê jî wekî plana stratejîk xistine dewrê. Her wiha gel, ev tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin wekî vîna xwe qebûl dike û wê wekî darbeya li hemberî vîna xwe dinirxîne.
8’emîn kongreya me ya KCD’ê; azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe dibîne û bi vê hişmendiyê ev mijar kiriye bingeha xebatên xwe û tecrîdê wekî xeta sor a gelê me destnîşan kir.

OCALAN MISOGERIYA AŞTIYÊ YE
8’emîn kongreya me ya KCD’ê; ji bo aştiyeke rastîn û birûmet a ku azadî, dad û wekhevî misoger dike û misogeriya vê yekê di rastiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de derbas dibe. Ji bo dîtina vê rastiyê bangewziya hestyarî û tevkariyê li raya giştî ya navneteweyî û neteweyî hatiye kirin.
Bi vê re kampanyayên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan li Kurdistan û dinyayê hatiye destpêkirin. Bangewaziya tevkariyê di serî de li gelê Kurdistanê û yên dîasporayê dijîn, saziyên demokratîk, raya giştî ya navneteweyî û neteweyî dike.

ROJAVA Û ROJHILAT HATE SILAVKIRIN
Di dawiya encamnameyê de wiha hate gotin:
“8’emîn kongreya me ya KCD’ê; anî ziman ku şoreşa Rojava a ku bandoreke mezin li ser erdê Sûriyê kiriye û veguheriye Federasyona Sûriya Demokratîk a ku hemû gelan din ava xwe de dihewîne û ev têkoşîn rê li ber kelecaneke mezin vekiriye û hêzeke mezin û moralê ji van geşedanan digire.
Dîsa, operasyonên rejîma Îrana dagirker a ku li hemberî gelê me yê Rojhilat hatine destpêkirin bi tundî hat şermezarkirin. Biryara ku li cem têkoşîna gelê me yê Rojhilatin derketiye holê.
8’emîn kongreya me ya KCD’ê; nirxandina ku Rojhilata Navîn ketiye pêvajoyeke jinûve sererastkirin û veguherînê hat pêşxistin. Tespîta ku ev pêvajo ji bo azadiya gelê me derfetên mezin derxistiye holê, hat kirin.
Baweriya ku di aliyê leşkerî, siyasî, vîna rêxistinkirî û tecrubeya civakî ya gelê me ev derfetên derketine holê bi awayekî baş bi kar bînin, hat ziman. Gelê me yê li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat dîn di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de destkeftiyên mezin û dîrokî bi dest xistine û bi van derfetan re biryardarî û moraleke mezin derketiye holê.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*