Tirkiyê Idlib firot rêjîma Sûriyê

0
35

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan Ebû Erac diyar kir ku Tirkiyê Idlib weke Heleb, Dareya û gelek deverên din firotiye rêjîma Sûriyê û da zanîn ku ev gava Erdogan ji bo hewldana têkbirina projeyên Demokratîk li Bakurê Sûriyê ye û bang li welatiyên Idlibê kir ku li hemberî hêzên dagirker li ber xwe bidin.
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan Ebû Erac destpêka axaftina xwe de diyar kir ku projeyên li Bakurê Sûriyê tên pêşxistin dewleta Tirk ditirsîne, ji ber vê yekê bi hemû derfetên xwe hewl dide van projeyan têk bibe û wiha got: “Weke tê zanîn projeya Federaliyê niha di qonaxa pêkanînê de li Bakurê Sûriyê tê meşandin, ev yek dewleta Tirk gelekî ditirsîne, ji ber vê yekê her tiştên ku ji destên wê tê li dijî vê projeyê pêk tîne. Tirkiye ji bo vê projeyê asteng bike serê xwe ji Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê re ditewîne.”
Ebû Erac di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk beriya niha jî gelek dever firotin rêjîma Sûriyê û alîgirên wê û wiha dewam kir: “Tirkiye beriya niha herêmên weke Dareya, Miezemiya Şamê, El-Wehir, Zebedanî û Helebê firotin rêjîma Sûriyê û alîgirên wê.”
Ebû Eerac destnîşan kir ku Erdogan parêzgeha Idlibê di encamê de firot rêjîma Sûriyê got: “Piştî gera Erdogan li Rûsya Îran û beşdarbûna wî di civîna Astana 6 de, parêzgeha Idlibê firot Îran û Rûsiya û rêjîma Sûriyê.”
Derbarê cudabûnên di nava çeteyên Cebhet El-Nusra de Ebû Eraj ev agahî da: “Cudabûnên mezin di nava çeteyên Cebhet El-Nusra de di demên dawî pêk hatine, lê her çiqas parçe bibe jî aliyê radîkal dê serweriya xwe ferz bike û tê hovîtiya xwe berdewam bikin.”
Ebû Erac diyar ku ev parçebûn di ecnama planên istixbarata Tirk de pêk tên, dewleta Tirk hewl dide rêxistina Cebhet El-Nusra parçe bike û amadekariya xwe ya derbasbûna Idlibê bike.”
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sultan (Ebû Eerac) di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên Idlibê kir ku li hemberî vê destdirêjiyê û dagirkeriyê li ber xwe bidin û bêdeng nemînin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*