Armanca me azadiya Rêber Apo ye

0
32

Endama Konseya Rêveber a Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê Dîlan Malatya diyar kir ku azadiya jin û gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Malatya wiha got; “Yek ji armancên me yên bingehîn ên dema pêş azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye û pêkanîna şoreşa jinê ye.”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Dîlan Malatya diyar kir, ku di Civata Giştî ya 8. de biryarên girîng hatine girtin û got, azadiya jin û gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe.
Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), 8. Civata Giştî di navbera 2-6’ê Îlona 2017’an de pêk anî.
Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Dîlan Malatya diyar kir, ku wan di civata giştî de pirsgirêkên têkildarî avakirina sîstema Konfederal a Demokratîk û 9 aliyên neteweya demokratîk nirxandine û got, “Aliyên civakî, siyasî, hiqûqî, tenduristî, perwerde, dîplomasî, hevjiyana azad, çand û xweparastin ên sîstema Konfederal a Demokratîk hatin nirxandin.”
Malatya ragihand, ku yek ji mijarên ku di civata giştî de bi giranî hate nîqaşkirin, parastina jinê û avakirina sîstema parastinê ye û got, “parastin tenê bi çekê nayê kirin. Parastin bi avakirina neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk dibe.”

AVAKIRINA SÎSTEMA JINÊ

Di dewama axaftina xwe de Malatya anî ziman, ku wan Federasyona Demokratîk a Sûriyê weke model nirxandine û wiha dewam kir: “Di pratîkê de em dikarin her tiştî ji xwe bidin destpêkirin û bi vî rengî bikin. Bi rengekî şênber em dikarin vê bêjin; Li Rojava ku qada bingehîn a şoreşa îro ye, mirov dikarin bi awayekî zelal avabûna sîstema me bibînin. Di nava şert û mercên şer de em dikarin vê sîstemê çawa ava bikin? Îro li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rojava, jinê sîstema xweparastina xwe ava kirine, aboriya xwe û kooperatîfên xwe ava kiriye. Yek ji hîmên bingehîn ên sîstemê jî kooperatîf, akademî, meclîs in.”
Malatya destnîşan kir, ku modela Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê, yek ji xalên girîng ên rojeva civata wan a giştî bû û got, “Ev model e û em dixwazin li parçeyên din ên Kurdistanê belav bikin.”
Malatya işaret bi sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev kir û diyar kir, ev yek avakirina sîstema jinê ye.

NETEWEYA DEMOKRATÎK SÎSTEMEKE JINÊ YE

Dîlan Malatya ragihand, ku neteweya demokratîk ji aliyê jinê ve tê avakirin û destnîşan kir, ku gelekî girîng e jinên li Rojhilata Navîn di asta ku pêşengiyê ji şoreşê re bike xwe bi rêxistin bikin.
Malatya wiha got, “Em dixwazin di dema pêş de vê yekê ne tenê bi jinên Kurd re, her wiha bi jinên din re jî pêk bînin. Jinên Ereb tevlî avakirina vê sîstemê bûne. Wekî din jinên Ermenî, Tirkmen, Çerkes, Asûrî û Suryanî jî tevlî vê sîstemê bûne. Li ser vê bingehê, neteweya demokratîk ji aliyê jinan ve tê afirandin.”

AZADIYA RÊBERÊ ME BI AVAKIRINA SÎSTEMÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Dîlan Malatya dawiyê de destnîşankir kuazadiya gelên Rojhilata Navîn û Ocalan bi avakirina sîstemê ya bi rengekî rast dibe û got, “Şoreşa jinê bi vê ve girêdayî ye. Rêbertî ji xwe ji aliyê ramanî ve azad e. Lê belê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi avakirina sîstemê dibe. Şoreşa jinê jî bi vê ve girêdayî ye. Yek ji armancên me yên bingehîn ên dema pêş jî azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye, pêkanîna şoreşa jinê ye û danîna bingeha şoreşa çandî û civakî ye.”.ANF

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*