Encamnameya Komxebata Rojhilat hate weşandin

0
54

Li Stockholmê bi armanca amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî, Komxebata Rojhilat dihat lidarxistin. Komxebatê encamnameya xwe bi daxuyaniyekê weşand.
Di roja duyemîn a komxebatê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li ser pêşketinên Rojhilatê Kurdistanê sekinîn û rewşa Kurdan û gelên din ên li Rojhilat nîqaş kirin.
Delegeyan diyar kirin ku pirsgirêkên li Rojhilat girêdayî pirsgirêkên parçeyên din e û divê bi perspektîfeke yekgirtî li ser meseleyan were sekinandin.
Delegeyan bal kişandin ser mînaka Rojava û diyar kirin ku gelên cihê bi hev re dijîn û ev tişt ji parçeyên din ên Kurdistanê re dibin mînak.
Piştî bidawîbûna komxebatê beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.
Ferhad Şabanî (Partiya Komunîst a Îranê-Komala): Me xebateke baş kir. Nîqaşên partî û ronakbîrên ji Rojhilat gelekî baş bû. Ev gava pêşîn a yekîtiyê ye. Me hedef û rêgezên xwe diyar kirin, di demên pêş de em ê diyar bikin.
Siyamend Moînî (Serokê PJAK’ê): Beşdarî gelekî baş bû. Armanca me ev bû ku em rewşa Rojhilatê Kurdistanê û kêşeyan binirxînin.
Em li ser navê PJAK’ê beşdar bûn. Me avakirina mekanîzmaya hevpar nîqaş kir. Bi kêmanî di navbera rêxistinan de pêvajoyeke diyalogê dest pê kir. Me encamnameyeke ku ji 22 xalan pêk tê pesend kir. Ji bo pratîzekirina vê çi dikeve ser milê me, em ê pêk bînin.
Zubeyîr Aydar (Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê): Beşdariyeke zêde hebû. Em li bendê bûn ku 150 partî û rêxistin beşdar bibin. Beşdarî li ser texmînên me bû. Ji xeynî 3 rêxistin û partiyan hemû partî beşdar bûn. Di komxebatê de tu kêşe derneketin. Her kes ji komxebatê kêfxweş bû.
Me komîteyek ava kir. Wê biryarên me pratîze bike. Rojhilat di warê rêxistinî û yekîtiyê ne wekî parçeyên din e. Li vê derê kêşe zêdetir e. Ji ber vê jî ev gav ji bo Rojhilat gelekî baş bû.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*