Divê em bi hilbijartinan bersiva dagirkeran bidin

0
21

Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsif bang li gelê herêmê kir ku di roja 22ʹê îlonê de berê xwe bidin sendoqên hilbijartinan û bi rihê biratiya gelan a şoreşa Rojava dengê xwe bikar bînin.
Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê bi armanca şîrovekirina hilbijartinên fedraliya Bakurê Sûriyê civînek ji welatiyên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê re lidarxist.
Hevseroka Meclîsa Federaliya Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsif, di civînê de axivî û wiha got: “Hilbijartinên komînan û pêngava ku em têre derbas dibin dîrokî ye, em kar û xebatên xwe didomînin, 24 saetan û di her qadên jiyanê de em tekoşînê dikin.ʺ
Hediye yûsif wiha dewam kir: “Em ji bo têkbirina zihiniyeta desthildar a navendî tekoşîna xwe dewam dikin. Gelê me bi salan ji xêra welatê xwe bê par ma. Di dema desthilatdariya Rêjîma Baas a Sûriyê gelê Kurd ji maf, ziman û çanda xwe hatin qedexekirin. Ji bo ku em vê zihniyeta diktator a navendî biguherînin û sîstema demokratîk ava bikin, divê ku Sîstema Demokratîk a Federaliyê were pêk were.ʺ
Hevseroka Meclîsa Federaliya Bakûrê Sûriyê Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: ʺîro bi biryar li ser rêya xwe dimeşin. Hilbijartinên komînan wek lingê sereke ya avakirina Sîstma Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ye. Bi wê emê pêngavên dîrokî bavêjin ku em hilbijartinan bi serbixînin. Eger tecrûbeya Federaliyê li Rojava biser bikeve êdî tu kes nema dikare li pêşiya gelê berxwedêr bisekine. Divê hemû gelê me herin ser sandoqan û dengê xwe bikar bînin.ʺ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*